Doza facîaya madenê ya Şîrwanê sibê ye

SÊRT - 7 jê girtî 11 bersûcên ku ji ber mirina 16 kesên di ocaxa madenê ya Şîrwanê de jiyana xwe ji dest dan tên darizandin, dê sibê derkevin pêşberî dadger.

Li gundê Madenê yê navçeya Şîrwanê ya Sêrtê, di 17'ê Mijdara 2016'an de 16 karker di kana madenê de jiyana xwe ji dest dabûn. Dê danişîna ewil ya doza ku piştî facîayê der barê berpirsiyaran de hat vekirin, li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê bê dîtin.

KARDÊR NAYÊN DARIZANDIN

Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê yê Sêrtê ve hat amadekirin û ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê ve hat qebûlkirin de, hat diyar kirin ku diviya ku piştî barîna dijwar xebatên madenê bihatanan rawestandin û ji bo ewlehiyê tevdîr bihatanan stendin. Hat destnîşankirin ku, lê belê ev nehatine kirin, li qatên jêr ên madenê hilberandin domandiye û gumanbar li gor peywir û berpirisariyên xwe tevnegeriyane û ji ber vê qisûrdar in. Bi tawanbariya "Bi awayekî qisûrdar rêvekirina li ber sedema mirinê ya gelek kesan" der barê 7 jê girtî 11 kesan de doz hat vekirin û ji 2 salan heta 15 salan cezakirina wan hat xwestin.

Dê danişîna yekemîn a dozê sibê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê bê dîtin.