Li Cizîrê qereqolên nû tên çêkirin!

ŞIRNEX - Li Cizîr a ku piştî bidawîbûna qedexeya derketina kolanan bi noqteyên lêgerînê û qereqolan hat dorpêçkirin, niha dest bi avakirina 5 qereqolên nû hat kirin.

Li Cizîr a Şirnexê ya piştî bidawîbûna qedexeya derketina kolanan a di 14'ê Kanûna 2015'an de hat îlankirin û di 2'yê Adara 2016'an de bi dawî bû, gelek qereqol hatibûn çêkirin. Niha li navçeyê dest bi avakirina hin qereqolên din jî hatiye kirin. Piştî qedexeyê demildest Lîseya Anadoliyê ya Ataturkê, Lîseya Pîşeya Endustriyî, Dibistana Navîn a Îsmaîl Ebûlîzî, Navenda Çand û Hunerê ya şaredariya Cizîrê, Gerînendetiya Şaxa Riyên Bejahiyî ya Berê, Parka Cumhûriyetê ya Xaçerêyê, Girê Cizirê wek qereqolan hatibûn veguherandin. Li gel vana niha li navçeyê, dest bi avakirina 5 qereqolên din jî hat kirin.

QEREQOLÊN BILIND!

Li Taxa Sûrê, li ser girê Sadiq Caferî, li Taxa Cûdiyê li ser riya Kolana Hezexê, li têketina Cizîr-Hezexê, li ser Kolana Xaçerêya Yafesê û li Taxa Yafesê li Kolana Parkê qereqolên nû tên çêkirin. Ji bo qereqolan qadeke berfireh têkolandin û her wiha ji bo qereqolan tevdîrgirtineke ewlehiyê ya zêde jî li ber çavan dikeve. Hat ragihandin ku di avakirina van qereqolan de betona perdeyî tê bikaranîn û her wiha li derdora wan jî tim û tim li "tunelan" tê gerîn.

LI SER KOLANAN POLÎSÊN DI DEST WAN DE ÇEKÊN LÛLEDIRÊJ

Her wiha li navçeyê, hin kolan bi hinceta "ewlehiyê" ji bo çûnhatinê hatine girtin û bi tevdîrên ewlehiyê yên zêde hema bêje rewşeke wek "girtîgeheke vekirî" xwe dide der. Li hawirdora hemû saziyên fermî yên derdora wan bi blokên betonî hatine dorpêçkirin, noqteyên polîsan hatine avakirin. Li serê kuçeyên ku dertên kolanên navendî jî tim polîsên di dest wan de çekên lûledirêj radiwestin û her wiha li parkên ku li qeraxên Çemê Dîcleyê ne û gelek mirov li wan deran e tim û tim venêrîna GBT'ê tê kirin.

Bi şev jî, li taxan tim wesayîtên zirxî dewriye digerin û her wiha ji van wesayîtan bi dengekî bilind tim sirûd tên lêxistin.