EDENE - Li Edeneyê komek ciwan, ji bo akademisyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça û Kemal Gun ê ku ji bo cenazeyê kurê xwe wergire di greva birçîbûnê de ye, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.
Li Parka Ataturkê ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê komeke ciwanên endamên Ciwanên Şoreşger ên Devrimci Yolê, bi mebesta piştevaniya bi akademisyen Nuriye Gulmen, mamoste Semih Ozakça yên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) hatin îxrackirin û Kemal Gun ê ku 83 roj in ji bo wergertina cenazeyê kurê xwe di greva birçîbûnê de ye, dest bi çalakiya greva birçîbûnê bêdem û droveger kirin. Ciwanan anî ziman ku heta daxwazên Gulmen, Ozakça û Gun bi cih neyên dê çalakiya wan dewam bike.
‘EM Ê LI DIJÎ NEHEQIYAN TIM LI BER XWE BIDIN'
Ji ciwanan Kubra Yeşildag, anî ziman ku ji bo piştevaniya mamosteyên xwe bikin wan dest bi greva birçîbûnê kiriye û wiha got: "Em ê li dijî neheqiyê tim li ber xwe bidin." Yeşildag, bang li hemû derdoran kir ku piştevaniya çalakiyên greva birçîbûnê bikin û xwest ku demildest daxwazên Gulmen, Ozakça û Gun bi cih bên.
‘EM DENGÊ XWE LI DENGÊ WAN ZÊDE BIKIN'
Seda Tanak, anî ziman ku mebesta wan ew e ku ew dengê xwe li dengên Gulmen, Ozakça û Gun zêde bikin. Tanak, dest nîşan kir ku ew dixwazin vî ruhê berxwedanê xurt bikin û wiha axivî: "Mamosteyên me bedena xwe dane ber birçîbûnê, ev berxwedan e. Ew ji bo nanê xwe û rûmeta xwe têdikoşin. Me jî xwest em di vê têkoşîna wan a bi rûmet de li cem wan bûn û me dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û droveger kiriye. Em bang li her kesî dikin ku, li her derî dengê xwe li vê berxwedanê zêde bikin. Heta daxwazên wan bi cih bên dê çalakiya me berdewam be."
‘DIVÊ HER KES PIŞTEVANIYA VÊ BERXWEDANÊ BIKE'
Çalakvanê greva birçîbûnê Îbrahim Tuncel jî, anî ziman ku ew bang li hemû kesî dikin ku vê têkoşîna mafdar xurt bikin. Tuncel, diyar kir ku heta daxwazin Gulmen, Ozakça û Gun bi cih neyên, dê ev çalakiya wan û têkoşîna wan berdewam be.