REQA - Endama Meclîsa Sivîlan a Reqayê Rûkiye Elo, diyar kir ku ji Reqa û derdora wê bi 100 hezaran sivîl koçî qadên ewle kirine. Elo, anî ziman ku kes alîkariyê nake û bang li saziyên navnetewî kir ku, li hemberî vê rewşê xwe li bêndegiyê daneyînin.
Operasyonên ji bo rizgarkirina Reqayê yên bi pêngava "Xezaba Firatê" hatin destpêkirin didomin û ji Reqayê ber bi herêmên ewle ve jî koça sivîlan jî didome. Bi hezaran reqayî ber bi qadên ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk lê ne tên û ji pêdiviya hêwirandinê bigire her cure hewcetiyên sivîlan ji aliyê Meclîsa Sivîlan a Reqayê ve tên peydekirin. Endama Meclîsa Sivîlan a Reqayê Rûkiye Elo, ragihand ku her roj ber bi herêmên ewle ve koçberî çêdibin. Elo, anî ziman ku heta niha tenê ew wek Meclîsa Sivîlan a Reqayê bi rewşa kesên koç dikin re eleqedar dibin.
JI REQAYÊ KOÇBERIYA BER BI QADÊN EWLE
Elo, bi bîr xist ku wan çend roj berê damezrandina Meclîsa Sivîlan a Reqayê îlan kiriye û bi taybetî ev meclîs di warê sivîlan de xebatan bi rê ve dibe. Elo, da zanîn ku wan pêşî komîteyên meclîsê çêkirine û ev komîte ji zûv de li ser kar in. Elo, got ku ew der barê sivîlên ku ji Reqa û derdora wê tên de xebatan bi rê ve dibin. Elo ya ku got, sivîlên Reqayî rojên zehmet derbas dikin, ragihand ku ji ber pervçûnan bi taybetî ji aliyê Eyn Îsayê ve sivîl ber bi wan ve tên. Elo da zanîn ku, piraniya reqayiyan li herêmên wek Tel Semen, Şibil El Ekber û Cib El Şairê kom bûne. Elo got ku, her diçe hejmara kesên koç dikin zêde dibe.
MECLÎSA SIVÎLAN A REQAYÊ BI HEMÛ KESÊN KU TÊN RE ELEQEDAR DIBE
Elo, anî ziman ku ew bi hemû pêdiviyên sivîlên ku tên re eleqedar dibin û wiha got: "Pêşî em navendên tenduristiyê ava dikin û wan tê re derbas dikin. Em pêdiviyên wan ên wek av û nan peyde dikin. Welatiyên me yên ku bi saetan dimeşin ji tîna û birçîbûnê mahf dibin. Ji bo peydekirina van pêdiviyên zarûrî em hemû derfetên xwe seferber dikin. Van mirovan zaf ji destê DAIŞ'ê kişand."
HEJMARA WAN GIHAŞT 100 HEZARÎ
Elo, da zanîn ku di nav kesên ku tên de hejmara kesên ku DAIŞ'ê ew îşkence kirine zêde ne û wiha got: "Xebatkarên meclîsê bi hesasî nêzî van kesên wisa dibe." Elo, dest nîşan kir ku kesên tên bi dehan kîlometre meşiyane û wiha axivî: "Hejmara wan gihaşt 100 hezarî. Me piraniya wan bir Kampa Şehîd Ezîz a ku li Eyn Îsayê ye. Ji ber toz û xubar zêde ye, 23 kesên ku bi kîlometreyan meşiyan bêyî ku xwe bigihînin me di rê de jiyana xwe ji dest dan. Em li gor derefetên xwe wan bi cih dikin. Lê belê, ev rewş ji bo hemû kesên ku her diçe zêde dibin nabe bersiv."
JI BILÎ ROJAVAYÊ KESÎ ALÎKARÎ NEKIR
Elo, dest nîşan kir ku kantonên Rojavayê bi hawriya gelên Sûriyeya Bakur ve hatine. Elo, diyar kir ku di çarçoveya bangewaziyên hatine kirin de kantonên Efrîn, Cizîr û Kobaniyê alîkariya wan kirine. Elo, anî ziman ku alîkariyên ji wan re hatine, wan li sivîlan belav kiriye, lê belê ev alîkarî tenê têr nakin. Her wiha Elo ragihandd ku, kesên dixwazin ji kampên ku wan ava kirine biçin, ew wan bi awayekî ewle digihînin cihên ku dixwazin biçinê. Elo got ku, piraniya kesên ku diçin derve jî, herî zêde ber bi hêla Minbic, Ezaz û Efrînê ve diçin.
PIŞTEVANIYA DERÛNÎ
Elo, anî ziman ku hefteya borî nêzî 500 malbat bi saetan peya ji navenda Reqayê ber bi wan ve hatine. Elo, dest nîşan kir ku heke wek meclîsê wan xwe negihandana wan malabatan dê di rê de bimiranan û wiha domand: "Em alîkariyên xwe yên mirovî didomînin. Li gel vê ji bo em di warê derûnî de jî piştevaniya wan bikin, wek xebatkarên meclîsê rû bi rû em bi wan re pêwendiyê datînin. Dema jin digihên me, karê wan ewil ew e ku kincên reş ên ser xwe dişewitînin."
SAZIYÊN NAVNETEWÎ BÊDENG IN!
Elo, dest nîşan kir ku heta niha tu saziyeke navnetewî alîkariya wan nekiriye. Li gel vê Elo diyar kir ku, ew li vir bang li hemû saziyên netewî û navnetewî dikin û xwest li hemberî vê rewşê xwe li bêdengiyê daneyînin. Her wiha Elo ragihand ku hin saziyên alîkariyê li cihê cih çavdêriya rewşê kirine, lê belê li gel vê jî heta niha berpirsiyariyek nedane ser milê xwe û bêdeng mane.
LI DERVE NÛNERTIYA GELAN NAYÊ KIRIN
Elo, dest nîşan kir ku ew wek Meclîsa Sivîlan a Reqayê di nav seferberiyê de ne. Elo, anî ziman ku bi heman ruhî xebatên wan didomin û wiha domand: "Heta ku em hemû pêdiviyên wan peyde nekin em ê bitêkoşin. Em ê peywir û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Bila hin kes wisa li derve li ser navê Reqayê neaxivin. Dibêjin em meclîsa Reqayê ne, lê tu eleqe tune ye. Em wek Meclîsa Sivîl a Reqayê li cem gelê xwe ne. Û em bi hemû pirsgirêkên wan re eleqedar dibin. Yanî wisa li welatên derve nûnertiya gelan nayê kirin."
Nazim Daştan - dihaber