AMED- Rojnamegerên jin, dest nîşan kirin ku avakirina Platforma Rojnamgerên Jin a Mezopotamyayê, di warê pêşvexistina nûçevaniya jinê û xurtkirina piştevaniyê de zaf girîng e.
Rojnamgerên jin ên li Amedê, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ya ku di 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de avakirina wê hat îlankirin nirxandin. Rojnamegeran, anî ziman ku di serdemeke ku çewisandin zêde ne de avakirina platformeke bi vî rengî zaf girîng û biqîmet e.
'NEBÎADKIRINA NÛÇEVANIYA JINÊ NÎŞAN DA'
Nûçegîhana Evrenselê Serpil Berk, anî ziman ku bi OHAL û KHK'yên hatin weşandin hat xwestin ku rojnamgeran bitepisînin û ajansên nûçeyan, TV, rojname û kovarên di vê serdemê de hatin girtin bi bîr xist. Berk, dest nîşan kir ku li herêmê her diçe rojnamgerî zehmet dibe û çewsiandin jî zêde dibin. Berk, diyar kir ku di nêvengeke çewisandinî de avakirina Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê zaf hêja ye û wiha axivî: "Ez vê platformê wek qadeke têkoşînê dibînim. Di heman demê de ev platform nîşan dide ku nûçevaniya jinê bîad nake. Di vî warî de zaf biqîmet e. Divê bê xurtkirin û piştevaniya wê bê kirin."
‘JI BO RÊXISTINBÛYÎNÊ AVANIYEKE GIRÎNG E'
Berk, dest nîşan kir ku dê platformê ji nêz ve bi pirsgirêkên rojnamgerên jin ên ku li qadê bi wan re rû bi rû dimînin re jî eleqedar bibe û wiha got: "Li Tirkiyeyê nûçevantiya jinê zehmet e. Hebûna platformeke ku rojnamegerên jin xwe tê de bibînin zaf girîng e. Dixwazim tim pêwendiya jinê bi rojnamgerên jin re hebe. Divê hemû rojnamgerên jin daxilî xebatên vê platformê bibin û piştevaniya wê bikin. Heke em behsa welatekî ku her roj rojnamgerek jin tê binçavkirin dikin, ewçax ev platforma ku em ê xwe pê rêxistin bikin zaf girîng e." Her wiha Berk bang li hemû jinan kir ku da bi piştevaniyî platformê xurtir bikin.
‘PLATFORM HEYCANÊ PEYDE DIKE'
Rojnameger Hatice Kamer jî anî ziman ku di 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de îlankirina platformê girîng e û wiha got: "Li Tirkiyeya ku ji ber nûçe nivîsandinê zêdeyî 150 rojnamger girtîne, platformeke bi vî rengî ya ku rojnamgerên jin di bin banê wê de tên gel hev heycanekê peyde dike." Kamer, balê kişand ser girtina JINHA'yê ya ku li Tirkiyeyê tekane ajansa nûçeyan bû û got ku, ew wek gava duyem a JINAH'yê li vê platformê dinihêre. Kamer wiha domand:
'DÊ NÛÇEVANIYA JINÊ PÊŞ VE BIXE'
"Her hal dê rojnamgerên jin ên ku bi hemû ziman nûçeyan çêdikin bihebîne. Bi taybetî jî di warê pêşvexistina feraseta nûçevaniya jinê de li cihekî girîng disekine. Hêvîdar im ku xebatên xwe pêş ve bibe û veguhere platformeke ku xîtabî gelek derdoran dike. Çewisandinên zaf cidî hene. Niha em di serdemeke ku tenê çapemeniya berbelav xwe tê de rihet hîs dike de derbas dibin. Ji ber vê yekê jî, dê platform zêdetir hewl bide. Bi taybetî jî di 2 salên dawî de wek rojnamgeran em nikarin bixebitin. Ji ber jinbûnê jî em rastî zimanekî nêrza û şidetî tên. Di bin çewisandinan de nûçe tên çêkirin. Polîtîkayeke ku bi çewisandinan dixwaze jinan ji qadê dûr bixîne heye. Ji ber vê yekê divê platformê bê xurtirkirin."
‘DÊ BIBE MUNASEBETA HEVKARIYA ROJNAMEGERÊN JIN'
Nûçegîhana NRT TV’yê Sevda Kaplan jî ragihand ku, bi avakirina platforma Jinê ya Mezopotamyayê ew kêfxweş bûye. Kaplan, dest nîşan kir ku di vê pêvajoyê de bi taybetî hewldaneke ku dixwaze jinan ji sektora çapemeniyê dûr bixîne heye. Kaplan got ku, ji ber vê yekê platform girîngiyekê teşkîl dike. Kaplan, dubare kir ku bi girtina saziyên çapemeniyê re gelek jin betal mane. Herî dawî Kaplan ragihand ku, bi avakirina platformên wisa ew ê vê qadê vala nehêlin, neçin li malê rûnenên.