MÊRDÎN –Li Nisêbîn a ku 6 taxên wê hema bêje di dema qedexeya derketina kolanan de bi temamî hatin hilweşandin, malbatên ku li bendê ne zirara wan bê dayîn, dema ji bo vê pirsgirêka xwe diçin saizyên fermî bersivên cuda cuda ji bo wan tên dayîn.
Li Nisêbîn a Mêrdînê ya ku di 14’ê Adarê 2016’an de qedexeya derketina kolanan lê hat îlankirin û 134 rojan berdewam kir, hîn jî rayedarên fermî der barê zirara avahiyên welatiyên navçeyê de tu gav neavêtine. Di dema qedexeyan de, bi taybetî li taxên wek Dîcle, Firat, Zeynel Abîdîn, Abudllkadirpaşa, Yenîşehîr û Kişla yên navçeyê nêzî 6 hezar avahî hatin hilweşandin û bi hezaran kes jî koçber bûbûn.
ŞÎRKETÊN SÎGORTEYÊ ZIRARA GEL NADE
Malên hatin hilweşandin nêvî êvî bi sîgorte bûn, lê belê heya niha yên sîgorteyî jî heqê xwe wernegertine. Li gorî agahiyên malbatên malên wan sîgorteyî bûn, şîrketên sigorteyê sedema ku heta niha nedayîyîna zirara wan bi van hincetan nîşan dide: “Hayê xwediyê malê ji xendekan hebû, ji me re negot, hayê me pê nexist. Dema şer hebû, bêyî ku gel hayê me pê bixe, berî em biçin ji malên xwe derketibûn." Li gorî agahiyên ji hiqûqnasan hatin wergirtin jî saziyên fermî heya niha ji bo dayîna zirara bi hezaran welatiyî tu gav neavêtine.
HER CAR BERSIVEK CUDA TÊ DAYÎN
Her çi qas welatiyên ku ji bo zirara wan bê dayîn diçin li komîsyonan zirara xwe espît dikin jî, her car bersivn cuda ji bo wan tên dayîn. Ji hin welatiyan re bersiva “Em ê ji sedî 12’an zirara we bidin" tê dayîn û hin welatî jî bê bersiv tên hiştin. Her wiha tespîtên zirarê yên ku piştî qedexeyê hatine kirin jî gelek caran tên guhertin. Welatiyên ku li navçeyên derdorê hêj venegeriyane axa xwe û her tim ji bo wan bersivên cuda cuda tên dayîn jî, li hemberî vê rewşê nerazîbûnên xwe nîşan didin .
‘EM NAXWAZIN BIÇIN TOKI’YÊN WAN’
Yek ji van welatiyan Beritan Erçik a ku ji dema qedexeyê heta niha li Qoserê dimîne, got ku ji ber bêderfetiyê ew nikare biçe ser axa xwe. Erçik, dest nîşan kir ku mala wê ya hat hilweşandin jî bi sîgorte bû, lê belê zirara wê nehatiye dayîn û wiha axivî: “Dibêjin em ê ji were malan çêbikin. Em erdê xwe dixwazin. Rewşa me her çend nexweş be jî, em ê nekevin TOKİ’yan. Ligel ku sigorteya malên me hene jî dewlet erdê me nade. Me ji bo girtina erdê xwe serî li saziyên dewletê dan, lê me tim û tim em bê bersiv hiştin.”
'EM NIKARIN KIRÊYÊN XANIYAN BIDIN'
Ayşe Bulut a ku xaniyê wê yê li Taxa Firatê hat hilweşandin jî pir dixwaze vegere Nisêbînê, lê ji ber xaniyê wê nîne nikare vegere. Bulut diyar kir ku kareke wan jî nîn e da ku debara xwe pê bikin û wiha axivî: “Dema em li ser malên xwe bûn bi awayekî me debara xwe dikir. Lê li vir em di kirê de ne û nikarin heqê kirê jî bidin.”