ŞIRNEX - Welatiyên gundikê Elcanî yên ku 2 roj berê di serdegirtina malan de xizmên wan hatin binçavkirin, diyar kirin ku leşker, polîs û tîmên taybet xizmên wan îşkence kirine, destûr nedane nimêja xwe jî bikin û tu tişt nemaye ku ji wan re nehatiye gotin.
Derket holê ku leşker, tîmên taybet û polîsên ku şeva 15'ê Gulanê bi ser gundikê Elcanî yê gundê Bafe yê navçeya Hezexa Şirnex de girtibûn, Resul Tekmenuray ê astengdar, Selahattin Tekmenuray, birayên bi navê Mehmet Emin û Mehmet Şefa Terkin ên hatine binçavkirin îşkence kirine. Xizmên welatiyên ku hatine binçavkirin û niha li 23'emîn Tumena Cendermeyan a Sînor a Şirnex tên ragirtin, îşkenceya ku leşkeran li wan û xizmên wan kiriye ji dihaber'ê re vegotin.
'NEHIŞTIN EZ NIMÊJA SIBEHÊ BIKIM'
Dayika birayên bi navê Şefa û Emin Terkin, Gulê Terkin got ku dema ew ji bo nimêja sibehê bike çûye derve wê leşker dîtine û wiha axivî: "Ez derketim ser balkonê min xwest nimêj bikim. Dema min leşker dîtin ez ketim gundir û pişt re leşker hatin mala me. Min û her sê zarokên min li erdê dirêj kirin û leşkeran dest bi lêgerînê kir. Çek danîn ser serê min û gotin, 'em ê te bikujin'. Dema min xwest ez nimêj bikin destûr nedan min."
'GOTIN BI QUR'ANÊ SOND BIXWE'
Terkin, da zanîn ku leşkeran cilên zarokên wê ji ber kirine û wiha berdewam kir: "Gelekî li zarokên min yên ku xistine bin çavan xistin. Ew kêr kirin û cilên wan ji wan kirin, bi erdê ve kaş kirin. Dema pirsa çekan ji min kirin û min got me çek nînin, ji min bawer nekirin. Gotin, 'tu dê bi Qur'anê sond bixwî?' Min jî got erê ez ê sond bixwim û tu çekên me tune ne."
Xwarziyê malbata Terkin, Şukru Aksoy (15) ku ew jî bi şev li mala xalên xwe dima diyar kir ku leşkeran çek danîne ser serê wî û ev tişt gotin: "Gotin min, 'ka qilêşa we, cihê çekan ji me re bibêje'. Dema min got me qilêş û çek tune ye li min xistin. Serê min li dîwar xistin û çek danîn ser serê min. Gotin, 'tu nebêjî em ê te bikujin."
'HEMÛYAN RÛYÊ XWE GIRTI BÛN'
Birayê Mehmet Emin û Mehmet Şefa Terkin, Welat Terkin got ku wan xwest derî ji leşkeran re vekin, lê bi keraneyan deriyê wan şikandine û wiha axivî: "Saet derdora 03.00'an diya min hat û got leşkeran avêtiye ser gund. Her çi qas me got rawestin, em ê derî vekin jî deriyê me bi balyozan şikandin. Gotin ka cebilxaneya çekan. Zarokên me, xwişk û dayika min hemû avêtin erdê. Min got wan bila jin werin lêgerînê li dayîk û xwişka min bikin, lê guh nedan min û destê xwe avêtin hemû derê xwişk û dayika min. Ew qas saet derbas bûn nehiştin em avekê jî vexwin. Hemûyan rûyên xwe girtibûn weke çeteyên DAIŞ'ê bûn."
'BI ZORÊ DESTÊ BIRAYÊN MIN DANÎN SER ÇEKAN'
Terkin dest nîşan kir ku leşkeran bi zorê destê her du birayên wî danîne ser çekê û wiha berdewam kir: "Pezê me bi şev li nêzî gund dimîne. Her du birayên min li ber pez bûn û dema leşkeran birayên min li ber pez dîtin banî wan kirin û gotin we çek veşartine. Bi ser 4 malan de girtin û li ser her avahiyekê heronek difiriya. Cil û bergên birayên min jê kirin û ji wan xwestin cihê çekên ku me tune ye bibêjin. Gefên kuştinê li wan xwarin û çek bera nav lingên wan dan. Serê kêrê li milê wan xistin û xwîn ji milê wan dihat. Hin kesan giliyê me kiriye. Ew kesên giliyê mala me kirine çek danîne nêzî cihê kaya me. Bi zorê destê wan danîne ser çekan ku şopa tiliyên wan pê ve bimîne. Xeber didan hemû malbata me û me nedikarî tiştekî bikin. Zilm li me kirin û bi zorê dibêjin ev tiştên wan bi xwe danîne yên we ne."
'LI BAVÊ MIN Ê ASTENGDAR XISTIN Û ÇEK DANÎN SER PIŞTA WÎ'
Keça Resul Tekmenuray ê ji lingê xwe astengdar e, Mewlude Tekmenuray da zanîn ku li gel bavê wê astengdar e jî leşkeran lê xistiye û ev tişt gotin: "Dema bi ser mala me de girtin dengê çekan hat û deriyê me şikandin. Pirsa bavê min kirin û me got astengdar e. Dema nêzî bavê min bûn lêxistin û çek danîn ser pişta wî. Xwişka min xwest pêşiya vê yekê bigire, lê li wê jî xistin. Pişt re li dayika min jî xistin û nehiştin em tiştekî bikin. Pitika min di dergûşê de bû û digiriya lê nehiştin ez zaroka xwe derxim. Heya serê sibê nehiştin em serê xwe rakin. Bavê min seqet e û bê alîkarî nikare rabe ser xwe. Ev du roj berê bavê min rakiribûn nexweşxaneyê. Niha jî bi wî halî birine Şirnexê."
'6 LEŞKERAN BI HEV RE ÎŞKENCE LI HEVSERÊ MIN KIRIN'
Hevsera Selahattin Tekmenuray, Rabîa Tekmenuray jî anî ziman ku 6 leşkeran bi hev re îşkence li hevserê wê kirine û wiha axivî: "6 leşkeran bi hev re lingê xwe danîn ser serê hevserê min. Xwîn ji serê hevserê min hat. Namûsa me tevde yek e, lê em bi halê ku razabûn ji nav cih derxistin. Gotin kurê min, 'Cihê çekan bibêje' dema kurê min bersiva neyînî da serê wî girtin û li deriyê me yê hêsin xistin. Ger sûcê me hebûya çi dikirin bila bikiranan. Lê tiştek tune ye û dewleta tirk vê yekê bi me dike. Em vê yekê qet ji bîr nakin."
'TU XEBER NEMAN JI ME RE NEGOTIN'
Tekmenuray diyar kir ku tiştek nemaye ku leşkeran bi wan nekiri û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li min xistin û çek danîn ser serê min. Li derdora mala me û hemû kolanê tiştek nedîtin. Dema deriyê me şikandin xeberên ku nayên gotin ji min re gotin. Hevserê min got rawestin, ez ê derî vekim lê tenê xeber didan min."