STENBOL - 17-31'ê Gulanê hefteya Têkoşîna Navneteweyî ya dijberî Windayên Di Bin Çavan de ye. Di vê hefteya windayan de dosyaya windayek din bi hinceta "demboriyê" hat girtin û tevli refên bi toz kirin. Winda Kenan Bilgîn, di 5'ê Gulanê de ser dosyaya wî hat girtin. Birayê Bîlgîn Îrfan Bîlgîn, diyar kir ku dewlet dosyayan bincil dikin û ji bo doz ronî nebe piştî 20 salan dosya girtin û wiha got: Dosya bê girtin û neyê girtin emê têkoşin û lêgerîna xwe berdewam bikin.
Dayikên Şemiyê û Dayikên Plaza De Mayo yên Arjantînî ji bo xizmên windayan 17-31'ê Gulanê “Hefteya Têkoşîna Navneteweyî ya dijberî Windayên Di Bin Çavan de ye" qebûl kir. Komxebatna Windayên Dibinçavan de ya Navneteyî ku di 17-19'ê Gulana 1996'an de li hev kom bûn, Dayikên Şemiye, Dayikên Plaza De Mayo yên Arjantînî û gelek dayikên din li hev kom kirin. Komxebatê biryar da ku ji bo têkoşîna hevpar, her dem bidome, biryar dan ku Komîteya Navneteweyî ya li Dijî Windayên Dibinçavan de (ICAD) bê avakirin. Dîsa biryar dan ku 17'ê Gulanê ku roja bedena Hasan Ocak ê dinbin çavan de hat îşkencekirin û kuştin hat ditîn destpêka Hefteya Windtayan bê qebûlkirin û di navbera 17-31'ê Gulanê de wekî "Hefteya Têkoşîna Navneteweyî ya dijberî Windayên Di Bin Çavan de ye" qebûl kirin. Piştî vê biryarê xizmên windayan û dayikên şemiyê her hefte çalakiyên şemiyê pêk tînin. Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê li Stenbol, Amed, Edene û Îzmirê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin her şemî çalakiyan lidardixin. Li şûna winda bên dîtin hefteya borî dosya winda Kenan Bîlgîn ê di 12'ê Îlona 1994'an de li Enqere hat windakirin bi hinceta dem di ser re boriye lêpirsîna wê betal kirin. Parêzerê doza Kenan Bilgin Kamil Tekin Surek û Birayê Bilgin Îrfan Bilgin der barê têkoşîna xizmên windayan û lêpirsîna darazê ya ji bo windayan nirxandin.
POLÎSAN DESTÛR NEDA DOZGER
Parêzer Kamil Tekin Surek, diyar kir ku dema kesên hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê kirin parêzeran xwestin Bîlgin bibînin, lê Bîlgin di nava wan de nedîtibûn û wiha got: "Hevalên Bîlgîn pişti çûn girtîgehê li dozgeriyê gilî kirin. Malbat û parêzerên malbatê jî serlêdana sûc kir. Dozger jî li ser giliyê hevalên Bîlgîn û Malbata Bîlgîn, îfadeya mexdûran girt. 11 kesên bi Kenan Bilgin re di heman operasyonê de hatin binçavkirin şahidî kirin. Wê demê Prz. Murat Demir ê ku li Stenbolê parêzeriye dike ji ber sedemekê hatibû Enqereyê û li Şaxa Miduriyeta Polîsan a Enqereyê bû. Ew jî bû şahid. Li gel ku 12 kes bûn şahid dîsa dozger doz venekir. Me gelek caran nivîs ji midûriyeta polîsan re şand û me xwest lêpirsîn bê kirin Lê tu nivîs nehatin bersivandin. Piştre em fêr bûn ku dozger xwest biçe cihê bûyerê bibine, lê midûriyeta polîsan nehiştiye."
Surek, da zanîn ku şahidê Bîlgin diyar kirine ku dema ew bi hevre di bin çavan de bûn, rastî îşkenceyek gelek mezin hatin û wiha axivî: “Kenan Bilgin bi nasnameya sexte hatibu binçavkirin. Heta demekê nedihat zanîn ku Bîlgîn e. Dema Kenan Bilgin diçû duwaletê li korîdaron bang li yên hucreyan dikir û digot 'Navê min Kenan Bilgin e Polîs dixwazin min bikujin' Bi vî rengî xwestibû kesên bûn şahid malbata wî agahdar bikin. Piştî malbatê xwe negîhandin Bîlgin serlêdana sûc kirin. Piştî encam ji dozgeriyê derneket parêzeran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dan. Ez piştî pêvajoya DMME'ê beşdarî dozê bûm. Me îfadeyên şahidan tevan nivîsand û me serî li DMME'ê da. DMME'ê ewil li Murat Demir guhdar kir, piştre li şahidên din guhdar kirin.
Surek anî ziman ku piştre heyeta DMME'ê hat Enqereyê û bi hevre çûn Şaxa Siyasî ya Enqereyê û wiha got: "Em bi hevre çûn hucreyan û me li hucreyan yek bi yek lêkolîn kir. Polîsan hurce paqij kiribûn. Li hucreyan kes tune bû. Li lêkolînê de hat ditin ku deng heta 3 hucreyan belav dibû. Me li cihê bûyerê lekolîn kir ku tiştê me dît û şahidan vegot heman tiştin. Heta 2-3 hucreyan dengê mirovan dihat bihîstin û me dît ku şahidiya şahidan rast e.
ŞAHIDÊN DEWLETE XWE DEREWANDIN
Surek, anî ziman ku ew 3 parêzer beşdarî lêpirsînê bûn û 4-5 parêzerên dewletê amade bûn. Surek, anî zimn ku ewil şahidên wan hatin guhdar kirin û piştre 4 şahidên dewletêhatin guhdarkirin. Yek ji şahidan Cîgirê Midûrê Polîsan ê Enqereyê bû. Yek Dozgerê pêvajoya dozê bû. Yek polîsê cihê bûyerê bû. Cîgirê dozger neçûbû cihê bûyerê. Me pirsî hûn çûn cihê bûyerê? Me dîsa pirsî hucre çend metrekare ye? Got ez niha nabêjim. Lê li ser israra me raqamek ku tu eleqeya wê pê tune got. Me got li hucreyê lamba heye got Na. Lê li hucreyê lamba hebû. Lê xuya bû ku dozger bêyî biçe cihê bûyerê dosya amade kiriye û wekî ku lêkolîn kiribe nişan daye. Şahidên dewletê jî xwe derewandin. Cîgirê Midûrê Polîsan piştre şahidî kir. Me got we bi çi hincetê operasyon pêk anî. Wî jî got ‘Ji bo em li Tirkiye hebûna dewletê nîşan bidin salê 1-2 caran operasyonên bi vî rengî em pêk tînin. Ev operasonên bi vî rengî wekî operasyonên kepçeyê ne. Em 50-100 kesan binçav dikin û ji sedî 50-75 li dozgeriyê tên zelalkirin. Ev ji bo dozgeriya DMME nayê yeqînkirin. Lêpirsîn û cezayekî bi vî rengî nabe. Ji sedî 75 tên berdan, lê ji sedî 25 jî bi riya îşkence sûc li ser wan tên pesandin. Li vir nîşan dide ku polîs çawa dixebitin û çawa bi riya zorê û îşkenceyê sûc li ser kesan didin qebûlkirin. Li lêpirsînê de xuya bû ku her tişt hatiye plankirin û xêzkirn û wekî sanaryo hatiye sazkirin.
'EZ DOZGERÊ 40 SALAN IM PARÊZERAN GOT 'TU DÊ WIHA ÎFADE BIDE'
Surek, anî ziman ku dozgerê şahidî kir jî diyar kir ku ew dozgerê 40 sale û ew sirgûnî navçeya Enqerey kirine. Dozger diyar kir ku dozgerê 40 salan li navçeyan peywirê nake û li bajarên mezin kar dike û wiha got: 'Dema ez hatim vir parêzerê dewletê ez li ber derî pêşwazî kirim. Xwestin min araste bikin û ez çawa îfade bidim. Ez dozgerê 40 salan im, kes nikare min araste bike. Ez ji ber vê yekê pir xemgîn bûm. Ez bawer dikim ku Kenan Bilgin di bin çavan de hatiye windakirin. Hevalê min Yusuf, li Wezareta Tenduristiyê burokrat bû. Polîsan ew binçav kirin û ew kuştin. Piştre cesedê wî avêtin cihekî. Li vî welati li ser kurdan zext tê meşandin. Parêzerê dewletê dibêjin kurd dibin Serokomar jî û serokwezîr jî. Raste ger ku kurd her roj bêjin ez 'Tirkim rastim' û sonda wan bixwin û xwe winda bikin dê bibin Serokomar jî û bibin wezîr jî. Lê ger ku bêjin 'Ez kurd im' dê rastî tundî îşkence û înkarê bên. Bê bên girtin û windakirin."
POLÎSÊ JI MÎDÛRİYETÊ GERIYA GOT TENDURISTIYA BÎLGÎN BAŞ E
Surek, anî ziman ku polîsek li birayê Bilgin Îrfan Bilgin geriya ye û diyar kiriye ku j ber tenduristiya Bîlgîn li Midûriyeta polîsan giran bûye ew şandine Golbaşi derman kirine, lê li wir jiyana xwe ji dest daye û li wir defin kirine. Surek, anî ziman ku ji ber naxwazin pergal bê lêpirsîn ev bûyerên bi vî rengî ronî nabin. Surek, da zanîn ku bi pergala demokratîk û guhertina pergala berê tenê ev bûyer dê ronî bibin û wiha got: "Heta niha CHP jî û AKP ji hat îktîdarê, lê ev kujer ronî nekirin û ceza nekirin. Em dibêjin ev doz hêj neqediya ye û ji bo ronîkiran bûyerê têkoşîna me dê bidome.
DEWLET DOSYAYAN BINCIL DIKE
Birayê Bîlgîn Îrfan Bîlgîn, diyar kir ku dewlet dosyayan bincil dikin û ji bo doz ronî nebe piştî 20 salan dosya girtin û wiha got: Dosya bê girtin û neyê girtin emê têkoşin û lêgerîna xwe berdewam bikin. Gelek delîl hene ku birayê min Bîlgîn hat windakirin. Em ji pergalê edaletê naxwazin. Lê em dixwazin rastiyê jî winda nekin. Em heta rastiyan ronî bikin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Niha ser dosyayan digirin û wan bincil dikin. Ji xwe dewlet li mikur nayê. Nabêje min wisa kiriye. Em dê îtîrazên xwe berdewam bikin.
Sadiye Eser / Muhammet Dogru - dihaber