STENBOL - Deniz Kaya li ser navê girtiyên PKK’î û PAJK’î daxuyaniyek parvekir û wiha got: “Emê bi bilindkirina tekoşînê Gulanê bikin deriya azadiya gelan. Bi vê hişmendiyê em şehîdên meha Gulanê bi rêzdariyek mezin bibîrtînin û soza xwe ya girêdana nirxên şehîdên xwe dubare dikin.”
Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK’î PAJK’î têkildarî 18'ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî parvekir. Kaya anî ziman ku Gulan mehekî serhildêr û berxwedêri ye û wiha got: “Meha Gulanê rojek wê tune ku şahîdiya lehengên şoreşê nekiriye. Lewma Gulan wek meha şehîdan tê binavkirin. Pêşengên şoreşê Denîz, Mahîr, Îbrahîm û Enternasyonalê mezin, rihê Rêber Apo yê veşarî, Hakî Karer di Gulanê de bûn stêrkên gelan û tovên vejînê çandin. Ev tovên bîr û baweriyê, hezkirina hevaltiyê bi keda hezaran şehîdan nirxên herî pîroz gihandin roja me.”
'PEŞIYA AZADIYE VEKIN'
Kaya wiha domand: “Bi sekna pêşengê nemir Heval Hakî tekoşeriya rast, kesayeta Apogerî, girêdana sozê û rêhevaltiya kûr a PKK hate avakirin. Bi agirê Çaran dema herî zor û zehmet de berxwedêriya giyana jîna azad bilind bû. Bi meşa dîrokî ya Mehmet Karasûngûr xeta Kurdewariya xwerû û welatperwerî xwe gihand havirdorên welatê rojê. Bi dengê Hozana mezin Mizgîn deng û awazên azadiyê rihê keç û xortên ciwan bi evîna çiyayan hate neqişandin û bi xwîna hezaran şehîd tekoşîna me bi nirxên gerdûnî bû pêşengê gelên bindest û jina azadîxwaz… Ji Bakûr heta Rojava, ji zindan heta çiyayên bilind agirê berxwedanê û xeta serkeftinê bi vê mîrasê pêşiya azadiya Rêber APO û gelê me vedike.
BI RENGE BIHARE BIRATIYA GELAN AVA BIKIN
Em wek gel û Tevgera Azadiyê gihiştine konaxêk dîyarker. Di şexsê Erdoğan û hukumeta wî de neyarên mirovahiyê dixwazin li her derê cîhanê jiyan li me tarî bikin. Bi armanca tunekirina gelê me êrîşên xwe yên hovane her ku diçe zêde dikin. Bi eşqa diktatorî çavê xwe kor kirine û bo wî jî nizanin ku bi destê xwe mezelên xwe dikolin. Dîroka me ya egîdî nîşanî hemû cîhanê daye ku tu hêz nikare li hember vîna Apogerî xwe li ser piyan bigire. Ewê dawiya vê pergala riziyayî jî bi berxwedana me were. Bo wî tiştê ku îro ji me tê xwestin ev e; xeta ku ji Denîz, Mahîran heta Hakî, Ferhat, Mehmet Karasûngûr û Mizgînan xwe gihandiye roja me bi vîna şehîdan em berxwedanê bilind bikin û azadiya Rêber APO diyarî gelan bikin. Îro ji her demê zêdetir hêza me heye ku em pergala jiyana azad ava bikin û bi rengê buharê biratiya gelan ava bikin. Lewre em dizanin ku ev hêza xwe ji dîroka qedîm digirin.
Em wek girtiyên PKK-PAJK’ê bi vê zanebûn û biryardariyê meha Gulanê pêşwaz dikin. Emê bi bilindkirina tekoşînê vê Gulanê bikin deriya azadiya gelan. Bi vê hişmendiyê em şehîdên meha Gulanê bi rêzdariyek mezin bibîrtînin û soza xwe ya girêdana nirxên şehîdên xwe dubare dikin. Bang li gelê xwe û hemû gelên azadîxwaz dikin ku bi xurtkirina berxwedana xwe Gulan’a 2017’an bikin buhara gelan!”