Îdiaya polîsan sîxûrî ferz kirine

ÎZMÎR - Welatiyê bi navê Mehmet Hayrî Kangin îdia kir ku sîxûrî li wî hatiye ferzkirin û ger ku tiştek bê serê wî dê Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê berpirsyar be.

Li navçeya Karabaglar a Îzmîrê ya ku kurd zêde dijîn li taxa Bozyakayê welatiyê bi navê Mehmet Hayrî Kangin (53) hate îdiakirin ku rastî ferzkirina sîxûriyê hatiye. Kangin ê di 1993-2002'yan de li girtîgehê maye û ji ber dosyayekî din jî 7 mehan li girtîgehê maye tiştên ku jiyaye wiha anî ziman: "Dİ 11'ê Gulanê de ez çûm dikane xizmekî xwe. Ji ber ku qerebalix bû polîsekî li ber dikanê rûdinişt û gote navê wî Îsmaîl e bi israr xwes biaxive. Gote min 'der barê te de gelek gilî hene, demeke dirêj e em te dişopînin, em dizanin têkîliyên te bi kê re heye. Dema ku careke din tên cem te ji me re bibêje. Binêre karê te ne baş e, li kar digerî. Em ji bo ku tu dikanê vekî alîkariyê bidin te. Piştî vî emrê rûne û kêfa xwe binêre lê bi me re tevbigere.' Min jî gote wan hesabê qatlîamên li Kurdistanê bidin."

Kangin destnîşan kir ku ji bo rûmeta xwe 10 salan di girtîgehê de maye ger ku tiştek bê serê wî di serî de polîsê TEM'ê yê bi navê Îsmaîl ê temenê wî derûdora 50 salî ye û Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê ye.