Dema binçavkirina 12 kesan hat dirêjkirin

WAN- Li Wanê dema binçavkirina 12 DBP'iyên ku li bendê bû ku îro sewqî dadgehê ben kirin, hate dirêjkirin.

Li Wanê di 11'ê gulanê de polîsan bi ser DBP û hin malan de girtibûn û di encama serdegirtinan de 12 kes hatibûn binçavkirin, dema binçavkirin wan hate dirêjkirin. Li bendê bû ku 12 kesên di nav de Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ahmet Aygun, Endamê MP a DBP'ê Bariş Koyuncu, rojnameger û endamê MP a DBP'ê Serhat Yaruk jî hene îro derxînin dozgeriyê lê bi biryara dozgeriyê ve dema binçavkirina wan heta 22'yê mehê hate dirêjkirin.

Têkîldarî dosyaya ku dozgeriyê biryara "veşarîbûnê" da hinceta dirêjkirina dema binçavkirinê wekî "komkirina delîlan" hate nîşandan.

12 kesên ku bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin binçavkirin li emniyetê mafê xwe yê "bêdengiyê" bikaranîbûn.