XERPÊT - Girtiyên li Girtîgeha Xerpêtê diyar kirin ku weşanên muxalif nadin wan û ji cemaweriyê xwest her kes hestiyar tev bigerin. Burcu, ji ÎHD'ê û komîsyona lêkolînê ya meclîsê xwest li girtîgehê lêkolînê bikin.
Girtiya li Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Xerpêtê Lutfiye Burcu, nameyek ji sazumankarê û nivîskarê malpera "Gorulmuştur.org" Adil Okay re şand û diyar kir ku zextên li ser wan zêde ye. Burcu, di nameyê de diyar kir ku pirtûk û nameyên ji wan re tê nagêjin destê wanû wiha got: "Hevalên min ji min re ji Weşangeriya Serdema Nû Daima 1, Daima 2, Rojnameya Halê Raperînê yê Geziyê û Mucadele Birligi, Yuruyuş, TAYAD'ın Sesi, Atilim û Ozgur Gelecek şandin. Lê rêveberiya girtîgehê ev şewanên j imin re hatin şandin nedan min.
Têkildari mijarê min seri li dozgeriyê û rayedaran da, lê hêj tu bersîv j imin re nehatiye. Ez dixwazim parazvanên mafên mirovan, komîsyona lêkolîna îhlalan a meclîsê û rayedarên eleqeter bên li vir lêkolîn bikin.