ÎZMÎR - Parêzerên endamên ÇHD’a Îzmîrê ji bo piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ên di greva birçîbûnê de ne li avahiya edliyeyê çalakiya “Zincîra Piştevaniyê” pêk anîn rastî êrîşa polîsan hatin. Parêzer bi erdê re hatin kaşkirin û ji avahiyê hatin derxistin.
Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) bi armana piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ya ku 70 roje berdewam dike, li avahiya edliyeyê çalakiya “Zincîra Piştebaniyê” li darxistin. Parêzerên li ber Vestiyera Baroya Îzmîrê hatin cem hev, wêneyên Gulmen û Ozakça bi cubeyên xwe ve kriin û maske xistin deve xwe. Polîsên ku di demekî kin de derdora parêzerên ketin avahiya edliyeyê girtin bi hinceta “Di nava edliyeyê de çalakî pêkanîn qedexeye” êrîşî parêzeran kirin. Parêzer li erdê hatin kaşkirin û bi derpkirinê ji avahiya edliyeyê hatin derxistin.
Parêzerên li derveyî avahiya edliyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin vê carê rastî êrîşa polîsan a bi gaza îsotê û copan hatin. Di êrîşê de gelek parêzer birîndar bûn. Parêzeran di dema êrîşê de dirûma “Nuriye Semîh ne bitenê ne” berzkirin.
Piştî êrîşê Sekretera Giştî ya ÇHD’ê Nergîs Tuba Aslan daxuyaniyek da û wiha got: “Em ê dest ji têkoşînê bernedin. Destûr nadin ku em mafên xwe yên demokratîk jî bikar bînin. Tehemûlî vê jî nakin. 10 deqe tehemûlî çalakiya aştiya ne jî nekirin. Faşîzm li her derî ye. Faşîzm li edliye û kolanane. Çi dibe bila bibe em dest jê bernadin. Em ê xwestina dadê bidomînin. Em ê lêgerîna xwe ya dadê li her derî bidomînin.”