'Ji bilî waregeha ji zarokên me re bû gor, rêyên me tune bûn'

EDENE - Malbatên ku di facîaya şewata li Aldagê de zarokên xwe windakirin êş û pirsgirêkên wan yek in. Malbatan anîn ziman ku ji bilî waregeha ji bo zarokên wan bû gor, tu alternatîfeke wan a din tune bû û gotin: "Ne xwedê tunebûyîn û êşa rê ruhê zarokên me stendin."

Li navçeya Aladagê ya Edeneyê piştî şewata li waregeha keçan a aîdî Suleymanciyan derket û di wê şewatê de 11 jê xwendekar û yek jê nêrevan jiyana xwe ji dest dan, her kesî berê xwe da wargehên li navçeya Aladagê. Li Aladagê ku gelheya wê 18 hezar e, 26 gund hene û hema bêje temamiya van gundan li deverên bi qelaç û çiyayî ne. Li piraniya gundan tenê dibsitana seretayî heye û xwendekarên li van deran ji bo bixwînin berê xwe didin Aladagê.

Li Aladagê aîdî dewletê tenê waregehek heye, lê aîdî cemaetan 8 wargeh hene. Xwendekarên ku li wargeha dewletê nikarin qeyda xwe çêbikin, ji neçarî li wargehên cemaetê dimînin. Xwendekarên ku gundên wan li deverên çiyayî ne, ji ber zivistanê rêyên wan î bi ax ji ber berf û baranê nayên kişandin, nikarin biçin û bên.

Malbatên ku di şewata li wargehê de, zarokên xwe yî ku ji wan a herî biçûk 10 û ya herî mezin 14 salî windakirin, xala wan î hevpar ew ku, ji bilî wargeha ku ji bo zarokên wan bû gor, tu alternatîfeke wan î din tune bûye.

'TUNEBÛYÎN Û ÇÎLEYA RÊ EM PERÎŞAN KIRIN'

Teslîme Aydogdû anî ziman ku, di şewatê de keça wê Tûgba Aydogdû ya diçû pola 5'emîn jiyana xwe ji dest daye û keça wê Neslîhan Aydogdû ya diçû pola 6'emîn jî bi birîndarî xelas bûye û got, wan ji neçarî zarokên xwe li wargehê bi cih kirine. Aydogdû ya ku got, "Xwedê zarokê min nestand" anî ziman ku, tunebûyîn û çîleya rê ew perîşan kirine.

'DEWLET HEYE LÊ RÊYA XWE BI VIR NAXE'

Gokhan Ateş gundiyê malbatên di şewatê de zarokên xwe windakirin jî got "Dewlet heye, lê qet rêya xwe bi vir nexistiye" û wiha axivî:"Heke ev mirin nebûnan, wê ev çîleya me yî rê jî nehatana dîtin. Mirov cenazeyên xwe jî bi îşkenceyê defin dikin. Rewşa herî zelal ew bû ku, dema cenaze hatin em bûn şahidê wê. Cenaze tên şandin, lê ji ber rê tune malbat nikarin biçin, yanî rewşeke wisa heye. Zarokên me ji neçarî çûn û jiyana xwe ji dest dan."

'HEKE DIBISTAN HEBÛNA, WÊ EV FACÎA ÇÊNEBÛNA'

Niştecihê gundê Korucukê Huseyîn Yildirim anî ziman ku, dema dibe zvistan têkilya gund bi cîhanê re qut dibe û wiha got:"Mesela sala çûyî jinek ducanî welidî, xwîniya wê nesekinî û ji ber wê negihandin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Li vir her tişt zehmet û bi pirsgirêk e. Di serî de rê, perwerdehî, tenduristî. Yê min 4 canên min çûn. Heke li gund dibistana me hebûna, wê canên me li cem dê û bavên xwe bûnan û wê ev facîa pêk nehatana."