Wê MEYADER bi 50 hezar endamên xwe li qadan be

AMED – Hevserokê Şaxa MEYADER’ê ya Amedê Hasan Pençe destnîşan kir ku, biryara rawestandina xebatên saziya wan wê nikaribe wan rawestîne û dê bi zêdeyî 50 hezar endamên xwe li qadan bin.

MEYADER, ji bo tespîtkirina kiryarên nediyar û windayên PKK’yî di sala 2008’an de hat avakirin. MEYADER’a ku di çarçoveya OHAL’ê de di nav komeleyên hatin girtin de cih digire, berê li gel bi dehan caran hedef hatibû girtin jî, her li cem malbatên mîlîtanan cihê xwe girtibû. Têkildarî girtinê Hevserokê Şaxa MEYDAR’a Amedê Hasan Pençe axivî û got, heke bivê ew ê xebatên xwe li malên xwe bimeşînin.

‘EM Ê JI BO AŞITIYÊ TÊBIKOŞIN’

Pençe anî ziman ku, ew bi sala ne bi piştevaniyî li cem malbatên ku zarok û xizmên xwe di vî şerê qirêj de winda kirine cih girtine û wiha axivî: “Li gelek deverên Kurdistanê hîn jî kiryar nediyar û gorên komî hene. MEYADER komeleyeke ku zêde dixebitî. Yên vê xebatê dimeşînin jî, piraniya wan ji malbatên ku zarok xizmên xwe windakirin pêk tê. Ji bo rawestandina şerî, em di sala 2009’an de cara ewil bi malbatên leşkeran re hatin gel hev. Em wek komele, li vî welatî ji bo rawestandina hemû şeran û pêkanîna aşitiyê têkoşiyan û em ê bitêkoşin jî. MEYDAR ew komeleye ku, xwedî li hemû şehîdên xwe û malbatên wan derdikeve.”

'ŞEHÎDÊN ME HEDEF DIGIRIN’

Pençe dest nîşan kir ku, MEYADER ji bo bidawîbûna şer gelek hewl daye û wiha domand: “Yên vî welatî bi rê ve dibin, di şerî de israr dikin. Naxwazin ev şer raweste. Ev feraset, bi polîtîkayên ku li ser zarok û şehîdên me dimeşîne, hebûna xwe didomîne. Em di doza xwe de mafdar in. Heke dewlet hemû rêyên aşitiyê bigire, ji mecbûrî wê têkoşîna çekdarî pêk bê. Dewlet tu alternatîfeke din ji gel re nahêle. Komeleya me hat mohrkirin, ev neheqî ye. Sibê dema cenaze bê, wê dewlet kî/ê wek muxatab esas bigire. Me mînaka vê di sala 2006’an de dît. Dewlet cenaze û şehîdên me hedef digire.”

‘HÎN JÎ SERLÊDAN HENE’

Pençe dest nîşan kir ku, ew ê hemû derfetên xwe ji bo malbatên ku xizmên xwe windakirine seferber bikin û wiha got: “Malbatên şehîdan hîn jî serlêdanan dikin. Di mantîqa girtina dewletê de ev heye, ‘Min ew qetil kirin, ez ê wan defin bikim.’ Em li dijî vê feraseta dewletê ne. Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin bûye, ji bo cenazeyên tê wesayîtên cenazeyî nade.”

‘EM Ê HÊ BÊTIR TÊBIKOŞIN’

Pençe anî ziman ku, mebesta dewletê ya sereke ew ku gelê kurd tenê bihêle û wiha axivî: “Em bi zêdeyî 50 hezar malbatên şehîdan re xebatên xwe dimeşînin. Ji me re gotin, ji bo 3 mehan biryara rawestandina xebatên komeleyê hatiye dayîn. Em 3 mehan ne li komeleyê bin jî, em ê li derve, li malên xwe xebatên xwe bimeşînin. Ji bo şehîdên me û malbatên wan çi ji destê me bê em ê hê bêtir bikin. Em li dijî feraseta tekbûyî ne û em ê her tim li dijî wê bin.”