Ji Amedê bang kirin: Bila dewlet hemû arşîvan veke

AMED - ÎHD, TÎHV, Odeya Tabîban, Baroya Amedê û Însiyatîfa Maf têkîldarî "Hefteya Têkoşîna li Dijî Windakirinan a di Bin Çavan de ya Navneteweyî 17-31'ê Gulanê" di daxuyaniya hevpar dan de ji bo ku aqûbeta windayan derkeve holê banga vekirina arşîvan kirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Baroya Amedê têkîldarî bernameya "Hefteya Têkoşîna li Dijî Windakirinan a di Bin Çavan de ya Navneteweyî 17-31'ê Gulanê" li avahiya baroyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) yê Amedê Bariş yavuz, Sekreterê ÎHD'yê Amedê Abdulselam Înceoren, endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Baroyê Serhat Eren, aktîvîsta Însiyatîfa Maf a Amedê ya Amedê Reha Ruhavîoglu û endam3e Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Hasan Yalçin beşdarî civîna çapemeniyê ya ehvpar bûn.

'SÛCÊN LI DÎJÎ MIROVAHIYÊ DEMBORÎ NABE'

Serhat Eren ê ku metna hevpar xwend diyar kir ku li Tirkiyeyê 35 salên dawî ji er şerê diqewime ji aliye hêzên paramîlîter ên ku ji aliyê dewletê ve piştgirî tê dayîn gelek binpêkirinên mafan qewimiye, windakirinên bi zorê jî sûcên li dijî mirovahiyê ne. Eren bal kişand li ser sîstema cezayê ya Tirkiyeyê û mewzueta navnetewî demborî nabe.

Eren bal kişand li ser çalakiyên ku ji bo aqûbeta windayan a li Stenbol, Amed, Êlih, Îzmîr, Cizîr, Gever ê bi hinceta OHAL'ê qedexekirinê jî û wiha got: "Nahêlin ku dengê xizmên windayan bê bihistin, daxwaza edelatê ya li qadan tê ser ziman li qadên girtî tên hepskirin."

Eren têkîldarî hefteyê bang li hikûmetê kir û ev daxwaz rêz kir:

* Beriya her tiştî divê aqûbeta kesên bi zorê hatine windakirin derxînin holê, divê hemû arşîvên dewletê bên vekirin.

* Ji bo windayan bigerin, gor bê vekirin Protokola Otopsî ya Minnesotayê û vekirina goran li gorî standartan bê kirin.

* Em bang li hikûmetê dikin ku "Peymana Navneteweyî ya Parastina Windakirina di Bin Çavan de ya Neteweyên Yekbûyî" îmze bike û pêwîstiyên wî bi cih bîne.

* Xebatkarên darazê divê dev ji polîtîkaya necezakirinê berdin li gorî belgeyên navneteweyî di mijara bûyerên windakirinê de darizandinekî bi bandor pêk bînin û li gorî peymanên navneteweyî ji bo sûcên li dijî mirovahiyê demboriyê esas negirin.

* Ji bo li ser vî axê heman êş neyên jiyîn, heqîqet derkeve holê û aştiya civakî bê tesîskirin "Komîsyona Lêkolîna Heqîqet û Hevrûbûna bi Paşerojê" bê avakirin.