DERSIM - Serokê Baroya Dersimê Bariş Yildirim, Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen û Serokê Bajar ê CHP’ê Alî Riza Guder heyetek ava kirin û bi Walîtiya Dersimê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku dê hestiyên kurê Kemal Gun ê ku 83 rojin di greva birçîbûnê de ye bidin malbatê.
Heyeta ji Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, Serokê Baroya Dersimê Bariş Yildirim Serokê CHP'ê yê Desimê Ali Riza Guder Kemal Gun (70) ku ji bo cenazeyêkurê xwe yê DHKC’ê Murat Gun ê di êrîşên balafirên şer de jiyana xwe ji dest da bigire 83 rojin li Parka Seyit Rıza di greva birçîbûnê de ye ziyaret kir. Heyetê ewil bi Waliyê Dersimê û Serdozerê Komarê yê Dersimê re hevdîtin pêk anî piştre hatin Parka Seyit Riza Parkî bavê Murat Gun Kemal Gun ziyaret kirin. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku di encama hevdîtinê de walî gotiye ku dê di demek nêzîk de cenazeyê Murat Gun radestî malbatê bikin. Ozmen, anî ziman ku ji bo wergirtina cenaze ji Walî û Dozgerê Komarê Dersimê taahhut girtine û wiha got: "Em wekî Baroya Amedê ji bo hestiyariya mirovahiyê û parastina mafê jiyanê li ser çalakiya mamê Kemal a greva birçîbûnê em ketin nava hewldanek wisa. Me xwest em hem mamê Kemal ziyaret bikin û hem jî bi rayedaran re hevdîtin pêk bînin û pirsgirêkên çareser bikin. Em û Serokê Baroya Dersimê me serdozgerê Komarê yê Dêrsimê ziyaret kir û piştre me walî ziyaret kir. Piştî ziyaretan rayedaran diyar kirin ku cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê dane Kargoyê û dê di nava 1-2 rojan de bigêje vir. Walî û dozger diyar kirin ku piştî cenaze teslîmî wan bê kirin dê cenaze teslîmî Kemal bikin. Me taahhut kir ku malbat piştî cenaze bigirin ku bixwazin li wir defa bikin."
Kemal Gun jî anî ziman ku heta bi destê xwe hestiyê kurê xwe negire negire û defin neke dawî li çalakiya xwe nîne.