REQA – 248 ciwanên Reqqayê ku dewreya perwerdê di Akademiya Şehîdê Fermandar "Feysel Ebû Leyla" bi bi dawî kirin tevlî refên Hêzên Sûriya Demokratîk ( QSD ) bûn.
248 ciwanên Reqqayê piştî ku dewreya xwe ya perwedeyê li Akademiya Şehîd Fermndara Feysel Ebû Leyla bi dawî kirin, fermî tevlî QSD'ê bûn. Dewreya 11'an e ku akademî tê vekirin. Ev dewre bi tevlîbûna 248 ciwanên Reqqayê hate lidarxistin.
Merasîma dawîkirina dewreyê bi rêzigirtina leşkerî ku ji aliyê şevanan ve hate lidarxistin, dest pê kir. Paşê Endamê Fermandariya QSD'ê Ebulezîz Yûnis axivî û bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û destnîşan kir ku dê şervan tevlî parstina xaka xwe bibin. Yûnis da zanîn ku şêniyên Reqqayê bi biçûk û mezinên xwe parstina herêmên xwe bikin. Piştî axaftinê şervanan sûnda leşkerî xwarin û soz dan ku dê ji bo parsitna xaka xwe heta dawiyê şoparên riya cangoriyan bin. Şervanên Reqqayê di perwerdeya ku 30 rojî dewam kir de perwedeya li ser çekên sivik û navîn dîtin.