STENBOL - Di rûniştina doza êrîşa li dijî avahiya HDP’ê ya Umraniyê de bersûc Emsal Yildirim parastin kir û diyar kir ku ew endamê AK Partiyê ye. Ligel ku bersûcan gotin wan avahiya HDP’ê şewitandine jî ji aliyê dadgehê be nehatin girtin.
Doza derbarê êrîşa li dijî avahiya HDP’a Umraniyê ya di 18’ê Kanûna 2016’an de pêk hat û polîsê bi navê Numan Şerîf Tatli jiyana xwe ji dest da de hat dîtin. Bersûc Hamît Olmezoglu, Nurî Kiliç, Onurcan Kozak û Emsal Yildirim tevlî doza li 32’yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê hat dîtin bûn. Parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) wekî parêzerên gilîker di dozê de amade bûn.
ÎTÎRAF KIR
Di doza bi nasandina nasnameyan destpêkir bersûcan parastin kirin. Bersûc Emsar Yildirim diyar kir ku ew endamê AK Partiyê ye û wiha got: “Em komek ji 200 kesî pêk dihat ketin avahiya HDP’ê. Piştre polîsan em ji avahiyê derxistin. Piştî polîsan em ji avahiyê anîn xwarê, em ji avahiyek din derbasî avahiya HDP’ê bûn û me ala Tirk li avahiyê hilawîst.”
'ME JI AVAHIYA LIGEL AVAHIYA HDP’Ê TÎNER BIR’
Bersûc Onurcan Kozak jî da zanîn ku wan xwest avahiya HDP’ê bişewitînin, li nava avahiyê agirên biçûk derxistine û wiha pêde çû: “Me cara duyemîn avahiya HDP’ê şewitand. Vê carê me li avahiya ligel a HDP’ê tîner dît. Bi van tîneran em carekdin ketin avahiyê. Me tîner valekir û agir pêxist û piştre em ji avahiyê derketin. Li xwarê tedbîrên pêwîst hatibûn girtin. Îhtîmala belavbûna avahiyên din tune bû.”
Bersûc Hamît Olmezoglu îfadeyên Kozak dubar kir û got ku wan avahiya HDP’ê şewitandine.
Parêzerên gazindeker ên OHP’ê jî mafê axaftinê girtin, dan zanîn ku sûcê hatiye kirin di çarçoveya sûcên rêxistin kirî yên ji ber sedemên siyasî ne hatiye kirin û xwestin biryara bêrayetî bê dayîn û doz sewqî Dadgeha Cezayê Giran bê kirin. Parêzeran xwest bercû bên girtin.
Piştî parastinan dadgehê daxwaza parêzeran red kir û doz taloqî 29’ê Îlonê kir.