ENQERE - Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça, ji ber rewşa tendirûstî nekarîn tevlî daxuyaniya ji bo tê dayîn bibin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li Dersime gul şîn bûn, em bi bawerin ku em ê li vir jî serbikevin.”
Di roja 170’emîn çalakiya greva birçîbûnê ya akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça li ber Abîdeya Mafê Mirovan daxuyanî hat dayîn. Parlamenterên CHP’ê Murat Emîr, Mehmet Goker, Tanju Ozcan, Muharrem Erkek û endamên Koma Hesabdarên Demokrat û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.
GULMEN Û OZAKÇA TEVLÎ NEBÛN
Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di saetên nîvro de hatin Kolana Yukselê, ji ber rewşa wan a tendirûstiyê xirap bû û ji ber xwe nebaş hîskirin nekarîn tevlî daxuyaniyê bibin.
'HETA EM SERBIKEVIN EM Ê LIVIR BIN’
Di çalakiya li Kolana Yukselê de ji piştgirîvanan Mehmet Dursulu daxuyanî xwend û wiha got: “190 rojin em li virin, em ji bo faşîzma yekperestî, faşîst, zîhniyeta zextker a AKP’ê avakiriye teşhîr bikin livirin. Heta em serbikevin em ê li vir bin.”
JI CHP'Ê BANG
Li ser navê heyeta CHP’ê parlamenterê Enqereyê Murat Emîr ev bang kir: “Em bang li hemû siyasetmedarên li Meclîs û xwediyên îktîdarê yên ku heta roja îro têkoşîn û bêmafiya li dijî milyon kesî ne dîtine dikin, dawî li vê bêmafiyê bibin. Ev bê mafê Tirkiyeyê dikin cihekî ku mirov nikarin lê bijîn.”
'EM BI BAWARIN EM ÊLIVIR SERBIKEVIN’
Parêzer Dîdem Baydar Unsal, derbarê qebûlkirina daxwaza Kemal Gun de wiha got: “Hevdîtin encam dan. Berxwedana li Dersimê gul vekir, ev agahiyek ku hêvî dide ye. Em bi bawerin em ê li vir jî serbikevin.”