Zabiteyan kodika debarê ya 45 salan desteser kir

AMED - Zabiteyên Şaredariya Qeyûmê dezgeha 45 salan a simitan a Sabiha Ugurkan desteser kirin. Hat zanîn ku heta niha zabiteyan 6 caran dezgeha Ugurkan desteser kiriye. Ugurkan, anî ziman ku rastî tundiya zabiteyan hatiye û dê heta dawî mafê xwe biparêze.

Zabiteyên Şaredariya Amedê pişti qeyûm hat tayînkirin esnafan bêzar dike û destûr nade ku esnaf aram karê xwe bikin. Simîtfiroş Sabiha Ugurkan a 45 salin esnafiyê dike û niha li pêş Nexweşxaneya Zarokan simîtan difroşe rastî êrîşa zabiteyên qeyûmê hat. Zabiteyên qeyûmê, dezgeha simîtan a Ugurkan desteser kir. Heta niha zabite 6 carin dezgeha Ugurkan desteser kirin û herî dawî bi hikmê zorê û tundiyê dezgeha Ugurkan desteser kirin. Zabitayên Şaredariya Yenîşehîrê xwestin dezgeha Ugurkan desteser bikin. Endamên Amiriya Zabitayên Ofîsê ya Şewirmendiya Bajar a Şaredariya Yenişehirê, xwestin dezgeha Ugurkan desteser bikin. Piştî welatiyan bertek nîşanî zabiteyan dan, zabite paşve kişiyan. Zabitayan gef li Ugurkan xwar û gotin: “Firotina te ya simîtan êdî qedexe ye. Em destûr nadin ku tu simitan bifiroşe. Zabiteyan bertek nîşanî rojnamegeran jî dan û xwestin wêne û dîmenan nekişînin.

‘QEYÛMÊ KIRIYE RIK'

Ugurkan, anî ziman ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Yenişehirê kir, zabitayên qeyûmê heta niha 6 caran xwestine dezgehê wê desteser bikin. Zabiteyan diyar kirin ku Qeymeqamê Yenîşehîrê ku Mehmet Ozel wekî qeyûm tayînî şaredariyê kirin got “Ez bûm gicik. Cîhan xera bibe jî ez destûr nadin firotinê bike."

Ugurkan, anî ziman ku ew tu tiştî naxwaze û ew tenê mafê xwe dixwaze û wiha got: "Ez simîtan difiroşim nabe. Ez dezgehê xwe digerinîm nabe. Du kurêmin astengdar in. 8 zarokên min hene. Ez neçarim debara zarokên xwe bikim. Her carê zabite tên êrîşî min dikin. Îro dîsa xwestin êrîşî min bikin.

‘30 HEZAR TL ALAVÊN MIN DESTESER KIRIN'

Ugurkan, anî ziman ku zabiteyan 30 hezar TL alavên wî desteser kirine û wiha got: "Heta ez alavên xwe bi dest nexim ezê dest ji doza xwe bernadim. Zabitayan hemû alavên min desteser kirin. Zabitayek bi navê Îbrahîm heye bi taybetî ez ji wî gilîdar im.

Ugurkan, anî ziman ku ji ber di ber xwe da destûr neda ku dîsa dezgeha wê desteser bikin.