HDP: Wekîlên me 183 caran hatin darizandin

ENQERE - Buroya Çapemeniyê ya HDP, der barê parlamenterên girtî yên tên darizandin de daxuyanî da û diyar kir ku heta niha 183 rûniştinên dozên wekîlên wan ên girtî hatin dîtin û hêj 84 rûniştinên din dê bên dîtin. HDP'ê anî ziman ku daxwaza wekîlan a li şûna bi riya SEGBİS'ê li salonê beşdarî dozê bibin jî tê redkirin.

Buroya Çapemeniyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê darizandina wekîlên girtî de daxuyanî da û cemawerî agahdar kir: "Parlamenterên me yên girtî heta niha bi giştî 183 caran hatine darizandin. Hebû bi riya SEGBİS'ê beşdarî rûniştina dozê bûne. Daxwaza wan a li şûna bi SEGBÎS'ê li salona dadgehê beşdarî rûniştinê bibin tev hatiye redkirin. Wekîlên me yên girtî hêj dê 84 rûniştinên din bê dîtin.

Heta niha Hevseroka Partiya me Figen Yuksekdag 32 caran hat darizandin, Hêj dê 19 rûniştinên din bên dîtin. Hevserokê Partiya me Selahattin Demirtaş heta niha 45 caran hatiye darizandin û hêj dê 22 carên din derkeve peşerî dadgehê. Heta niha daxwazên ku li salona rûniştinê amade bibe hatiye redkirin.