Xerakirina Alîpaşa û Lalebey dê bi qûtkirina av û ceryanê dest pê bike

AMED - Di 16'ê Gulanê de polîs bi wesayîtên zirxî çûn taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûrê û anons kirin ku dê di 19'ê Gulanê de av û ceryana taxan bê qutkirin û di 21'ê mehê de jî dê xerakirina avahiyên li taxan dest pê bikin. Her wiha niştecihên taxê jî, li hemberî vê nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin ku, ew ê ji malên xwe dernekevin.

Taxên Alîpaşa û Lalebey yên Sûra Amedê, di sala 2008'an de daxilî projeya "veguherandina bajariyî" hatibûn kirin. Herî dawî ji minareyên mizgeftan anons hat kirin û hat xwestin ku divê heta 1'ê Gulanê tax bên valakirin. Ji 1’ê Gulanê heta niha hêj tax nehatine valakirin. Lê di 16'ê Gulanê de vê carê polîs bi wesayîtên zirxî çûn taxan û anons kirin ku, dê di 19’ê Gulanê de av û ceryanên malan bên qûtkirin û di 21’ê gulanê de jî dê xerakirina avahiyan dest pê bike. Her wiha di anons û belavokan de hatiye gotin ku, dê malên her malbetekê 500 lîre pere bê dayîn. Piştî vê anonsa duyemîn careke din şêniyên taxan ketin nav fikara ku dê xêniyên wan bên xerakirin. Taxên kevnare yên ku dê bên xerakirin bi sedsalan e ji gelek şaristanî û dîrokê re malovanî kirine û hêjayî gotinê ye ku dê bi vî awayî malên dîrokî û qedîm ên van taxan ji nav rûpelên dîrokê bên paqijkirin.

Ji taxên ku her tim kenê zarokan û sohbeta welatiyan jê kêm nabe, welatiyên bi deh salane li van taxan dijîn diyar kirin ku heke bi serê wan de bên xerakirin jî, ew ê ji malên xwe dernekevin û dê li ber xwe bidin.

‘XESPKIRINA MODERN E’

Ciwanê bi navê Ozan Gur (21) yê li Taxa Alîpaşayê dimîne, dest nîşan kir ku polîs berî du rojan hatine taxê û anonsa dê “av û ceryan bên qutkirin û malan vala bikin” kirine û wiha got: “Di anonsan de hat gotin ku kî ji taxê derkeve ji bo neqliyeyê wê 500 lîre pere jî bidin wan. Em mala xwe nadin tu kesî. Em niştecihên vê taxê ne. Mezelên bav û kalên me li vê derê ne. Di bin navê îstîmlaqkirinê de bi pergala modern a xespkirinê kes nikare malên me ji me bistîne. Heke ku ev dewlet wisa ji xwe bawer e, bila malên me restore bike û destûra mayîna me bide.”

Gur, da zanîn ku piştî şerê li Sûrê derxistina wan a ji taxê ketiye rojeva dewletê û wiha got: “Bi salan e ev tax li vir in çima heta niha xera nekirin? Çima piştî şerê li Sûrê gotin ‘Em ê Sûrê bikin Toledo.’ Ewilî xerakirin û şewitandin, niha jî bila bi gotinên ‘em ê Sûrê ji nû ve ava bikin’ me nexapînin.”

‘EM Ê BITÊKOŞIN’

Jina bi navê Ozlem Çiya jî diyar kir ku heta ew sax bin ew ê dev ji taxa xwe bernedin û wiha bertek nîşanî xerakirina malan da: “Em ê li dijî vê biryarê bitêkoşin. Çawa ku dema şer em ji taxa xwe derneketin, em ê dîsa ji taxa xwe dernekevin. Çunkî me mala xwe nefirotiye. Ew nikarin me bi 80 hezar lîreyî bixapînin. 80 hezar lîre hêj heqê xaniyekî nake. Em 8 ferd in, em ê biçin ku û li deriyê kê bidin?” Çiya diyar kir ku roja 16’ê Gulanê polîs bi maşîneyên zirxî li kolanên taxa wan geriyane û anonsên qûtkirina av, ceryan kirine û ji wan xwestine ku malên xwe vala bikin.

‘EM Ê DERNEKEVIN’

Dayika bi navê Makbule Aydin (70) a ku ev 24 sale li Taxa Alîpaşa dijî ev tişt gotin: “Heta ku bi ser me de xera bikin em ji malê xwe dernakevin. Cihekî ku em lê bistrên tune ye."

22 SAL BERÊ JÎ MALÊN WAN HATIN E XERAKIRIN

Jina bi navê Ayhan Aktaş (42) a ku 22 sal berê ji ber gundê wan Gula Gulê yê Şemrexa Mêrdînê hat xerakirin û li Taxa Alîpaşa bi cih bûye jî der barê xerakirina taxê de wiha got: “Dewlet bi darê zorê me ji malê me derdixe. Bi anonsên ‘em ê av û ceryanê qût bikin’ gefan li me dixwin. Ew av û ceryanê bibirin jî em ê ji malê xwe dernekevin. Zarokên me hemû biçûk in, em ê bi ku ve biçin. 22 sal berê jî malên me bi ser me ve xerakirin. Niha jî dîsa xêniyên me bi ser me ve xera dikin. Bi zor û heft bela me ev xênî ji xwe re sitend, carek din jî dixwazin xêniyê me bi ser me ve xera bikin.”

Bîlal Guldem/Sonya Bayik - dihaber