Li Erziromê mufetîşên ji bo venêrînê çûn: Tu ji kîjan mezhebê yî, te deng da kîjan partiyê?

ERZIROM- Li Erziromê, mufetîşên ji aliyê Wezareta Karên Hundurîn ji bo venêrîna saziyên cemaweriyê hatin şandin, ji xebatkarên cemaweriyê pirsên: "Tu jî kîjan mezhebê yî? Te deng daye kîjan partiyê?" pirsîn. Xebatkarên cemaweriyê bertek nîşan dan û gotin, ev fîşkirin e.

Li Erziromê derket holê ku, mufetîşên ji aliyê Wezareta Karên Hundurîn ji bo venêrîna xebatkarên saziyên cemaweriyê hatine şandin, kedkarên cemaweriyê yên muxalif fîşkirîne. Kedkarên ku ji aliyê mufetîşan ve eşkerekirina agahiyên şexsî û fikrên wan î siyasî li wan hat ferzkirin, rastî pirsên skandalî hatin. Bi vê fîşkirinê r-te tê texmînkirin ku wê "dûrxistina ji peywirê" û "îxrackirin" pêk bên.

‘ÇIMA TE DENGÊ XWE DA HDP'Ê?'

Xebatkarekî cemaweriyê yê ji bo ewleyiyê nexwest navê wî bê eşkerekirin, behsa diyalogeke xwe yî bi mufetîşan re kir. Karmend diyar kir ku, mufetîşan eşkerekirina nêrîna wî ya siyasî lê ferzkirine û wiha axivî:"Qaşo hatine venêrîna me bikin, lê li saziyê venêrîna her kesî nekirin. Tenê ya me hin kesan kirin. Kesên ku venêrîna wan hat kirin jî, kesên muxalif in. Ji min xwestin ku ez navê partiya ku min dengê xwe dayê vebêjim. Dema wan israr kir, min jî got min daye HDP'ê. Vê carê jî ji min pirsîn, 'Çima te dengê xwe daye HDP'ê?' Pirsên bê eleqe bûn. Tu eleqeya vê venêrînê bi saziya em lê dixebitin re tune bû. Ji hevalên din ên muxalif jî heman pirs pirsîn. 'Tu ji kîjan mezhebê yî? Te dengê xwe daye kîjan partiyê? Çima te dengê xwe daye vê partiyê?'"

‘DIBE ME JI KAR BAVÊJIN, LÊ NIKARIN TERBIYE BIKIN'

Kedkar dest nîşan kir ku, bi fîşkirinên ku di bin navê venêrînê de tên kirin mebest tasfiyekirina xebatkarên muxalif e û wiha axivî:"Bi fîşkirina li saziyên cemaweriyê yên di bin navê venêrînê de, muxalif hedef tên girtin. Li saziyan ji bilî xebatkarên ku endamê sendîkayên muxalîf in tu kes rastî vê sepandinê nayê. Mebest ji vê tasfiyekirina muxalifa ye an jî terbiyekirina wna e. Dibe ku me bavêjin, lê nikarin terbiye bikin. Em li kuderê dibin bila bin, lê ez her tim tişta rast bikim û bidomînim."