Zarokên tebqayî rojên zulma DAIŞ'ê vegotin

REQA - Zarokên tebqayî, behsa çarmîxkirin, jêkirina dest û milan û cureyên înfazê yên ji aliyê DAIŞ'ê dihatin kirin û temaşekirina wê wehşeta ku li wan dihat ferzkirin vegotin.

Operasyona rizgarkirina Tebqayê ya ku di 21'ê Adarê de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hat destpêkirin di 10'ê Gulanê de bi dawî bû. Bajar piştî pevçûnên dijwar ên 50 rojî domandin hat rizgarkirin. Lê hîn jî li bajêr şopên DAIŞ'ê dixuyên. Şervanên QSD'ê gelek noqteyên leşkerî, cebilxane û îşkencexaneyên DAIŞ'ê desteser kirin û her wiha li van cihên zilmê dest bi paqijiyê kirin. Li Tebqayê yek navnîşana înfaz û îşkenceyên li nêv kuçeyan dihatin kirin, Çarşiya Navendî ya Tebqayê bû. Wan rojên ku mirov li çarmîxan dihatin înfazkirin ji aliyê zarokên tebqayî yên ku niha ji ruyê wan ken kêm nabe tên vegotin.

HEKE ZIMANÊ ÇARŞIYA NAVENDÎ YA TEBQAYÊ HEBÛNA...

Îbrahîm Mihemed ê 15 salî yê ku li Tebqayê bû şahidê gelek pêkanînên dermirovahiyî, înfazên ku li Çarşiya Navendî ya Tebqayê dihatin kirin vegotin. Mihemed ê ku pişta xwe daye tabelaya ku li ser bi erebkî "Çarşiya Navendî ya Tebqayê" nivîsandiye û ji erdê rahişt diranên kesekî ku di dema îşkencekirinê de ketine wiha got: "Ev diranên tebqayiyekî ku îşkence lê hatin kirin." Mihemed ê ku paşê her du destên xwe ber bi çarmîxê ve dirêj kir wiha îşkenceyên ku dihatin kirin ragihand: "Kesên ku dê bihatanan îşkencekirin, pêşî dihatin tazîkirin û kincên reş li wan dihat kirin. Vê yekê li ber çavên her kesî dikirin. Pêşî li nav bajêr anons dikirin. Di dema anonsê de tiştên ku dê bikin jî vedigotin. Dema ew roj dihat, kesê ku dê îşkence lê bihatana kirin di qefeseke ku li paş wesayîtê girêdayî de wî/ê kesî/ê dianîn."

Mihemed, anî ziman ku paşê dest û lingên wî kesî li çarmîxê girêdidan û wiha domand: "Piştî vê hin ayet dixwendin. Tiştên dikirin bi gel didan tesdîqkirin. Piştî ayetê ya guleyek bera serî didan an jî serî jê dikirin." Mihemed, ragihand ku kesên tevlî wan nebûnan an jî ji bo QSD'ê dixebitîn bi vî awayî dihatin qetilkirin. Her wiha Mihemed da zanîn ku gelek kes jî bi hinceta xebatên îstixbaratî bi rê ve dibin hatine kuştin û wiha got: "Kesên dianîn vir pêşî bi qamçiyan li wan dixistin an jî bi awayekî dijwar li wan didan. Paşê bi şûran her du destên wan jêdikirin. Carinan jî lingên wan. Tenê li vir ev tişt nedikirin li gelek deverên bajêr ev dikirin. Carinan jî piştî dikuştin dest, pî û serê wan jêdikirin."

MECBÛR BÛ KU HER KES BIDÎTANA

Mihemed, anî ziman ku hîn jî li erdê lebatên gelek kesên hatine îşkencekirin hene. Mihemed got ku, her kes mecbûr bû ku şahidiya vê wehşetê bike. Mihemed diyar kir ku herî zêde jî zarokan ev didît û wiha got: "Kesên nehatana înfazkirinên komî dihatin cezakirin." Mihmed, anî ziman ku ji ber vê yekê her kes ji tirsa dihat û temaşe dikir.

CENAZE 3 ROJAN LI ÇARMÎXÊ DIHATIN SEKINANDIN

Ensar Wehabê 13 salî jî anî ziman ku wî û Mihmed gelek caran ev tişt dîtine û wiha got: "Dê û bavê min ji tirsan min jî bi xwe re dibirin." Wehab anî ziman ku kesên dihatin înfazkirin cenazeyên wan 3 rojan li çarmîxê dihatin sekinandin. Her wiha Wehab dest nîşan kir ku piştî sê rojan şûn ve cenaze diavêtin çopê.

QSD'YÎ KÊFA ZAROKAN TÎNIN

Lê niha, piştî ku bajar hat azadkirin li her kuçeyên bajêr zarok bi şervanên QSD'î re pêwendiyê datînin. Carinan zarokên tebqayî yên niha ken ji ruyê wan kêm nabe tevî şervanan bi lîstikan dilîzin. Her wiha şervanê YPG'î yê îngilîz Michael Enright (Mistefa) jî bi sihrên xwe zarokan kêf xweş dike.

Nazim Daştan-dihaber