ENQERE - Husnu Gençturk bavê du zarokên berasteng ê ku çend roj berê bi KHK'yê ji karê xwe bû wiha got:"Meaşê min tenê têra mesrefên zarokên min dikir. Dawîlêanîna li karê min, tê wateya zarokên min terkî mirinê kirin e."
Husnu Gençturk, bavê Ûgûr û Sîbel Gençturk ên berasteng, bi awayekî betal û bê kar wê 3'yê Kanûnê Roja Berastengên Cîhanê derbas bike. Gençturk, bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) a di 22'yê mijdarê de hat derxistin, ji karê xwe yî zabiteyî yê Şaredariya Madimakê bû. Hinceta ji kar derxistina Gençturk jî wiha hat nîşandan:"Biçûkxistina Serokomarî û parvekirinên wî yê di hesabên wî yê medyaya civakî de 'pesindayîna terorîstan diwesfîne'."
'EZ Ê NIKARIBIM HEQÊ MESREFÊN WAN BIDIM'
Kurê Gençturk, Ûgûr ê 21 salî nexweşê epîlesê ye û ji sedî 99 rapora wî ya berastengiyê heye. Nexweşîna Sîbel a 16 salî jî wek ya kekê wê ye û tim ji diçe. Her ku nexweşîna Sîbel û Ûgûr bi pêş ve diçe, mejiyê wan biçûk dibe, ji ser hiş diçin û masûlkeyên wan dihelin. Gençturk diyar kir ku, wê 3 meh şûn de ewlehiya wî ya tenduristiyê bi dawî bibe û wiha got:"Ez ê 3 meh şûn de niakribim heqê van dermanan bidim."
'ZARKÊN MIN TERKÎ MIRINÊ DIKIN'
Gençturk ragihand ku, nexweşîna epîlepsiyê di 14 saliyê de li kurdê wî Ûgûr peyda bûye û piştî 4 mehan şûn de bûye mehkûmê nivînan. Gençturk wiha domand:"Ûgûr ji 80 kîloyî daket 40 kîlo yî. Meaşê min tenê têra mesrefên zarokên min dikir. Niha ev jî tune ye. Ev tiştên pêk tên, tê wateya ku zarokê min terkî mirinê kirin e. Êdî wê navenda tenduristiyê ya malbatan jî li me nenihêre. Dema ez karmend bûm, em diçûn wir. Nepêkan bû em bibin yên taybet. Ez 54 salî me û li kar digerim. Ez van pêkûtiyan qebûl nakim."
‘PLANA MIN EW BÛ EZ TEQAWÎD BIBIM'
Gençturk got, bi îxrackirinê re hemû planên wî yî ji bo pêşerojê serobino bûn û wiha axivî:"Krediyeke min î ku dê di cotmeha 2017'an de biqediyana hebû. Piştî min kredî bidana, ez difikirîm ez ê teqawîd bibim." Gençturk ê pirsî, 'Em ê niha çi bikin" wiha axivî:"Mesrefên min zaf zêde ne. Ez mecbûr im ji medîkalê amûran bistînim. Pêdiviya zarokan bi lênihêrîneke taybet heye. Bi keda xwe min li zarokên xwe nihêrî. Bi vê re jî, bi zor û heft bela min debara xwe dikir."
'AKÎT KIRIBÛ HEDEF'
Tevî Gençturk 7 xebatkarên demokrat û kedkar ên Şaredariya Mamakê di 29'ê tebaxê de ji aliyê Rojnameya Akîtê hedef hatibûn nîşandan. Di nûçeya ku bi îmzeya Mehmet Ozmen hatibû weşandin de, Serokê Şaredariya Mamakê Mesût Akgul wiha gotibû:"Me rewşa xebatkarê ku parvekirinên pesna PKK/PYD'ê dike întîqalê dadgehê kir. Niha li şaredariya me 7 xebatkarên nêzîkî PKK'ê hene."
'HESABÊN SIXTE VEKIRIN'
Gençturk li dijî hedefnîşandanê û derxistina ji kar wiha got:"Ji bo îxrackirina min parvekirinên min Facebookê hatin nîşandan. Vîdeoyekî Denîz Gezmîş, wêneyê dîplomaya Serokomar Erdogan û wêneyekî wî yî ku lîsansa wî ya futbolê heye. Lê belê li ser navê min hesabek sixte hatiye vekirin û parvekirin hatine kirin. Lê belê, ez parve bikim wê çi bibe, ma qey em niakrin wêneyan parve bikin?"