Parêzerê Ocalan: Rejîma kuştina pêl bi pêl dimeşinin

STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bal kişand ser şert û mercêr Ocalan û Îmraliyê û diyar kirin ku polîtikayên niha li ser Ocalan tê meşandin rejîma kuştina pêl bi pêl e ev pêkanîn û zagonên li ser Ocalan tên meşandin bi taybet ji bo Ocalan dixin meriyetê.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikare bi parêzerên xwe re hevditin bike. Herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de birayê Ocalan Mehmet Ocalan hevdîtin pêk anîbû. Piştî Erdogan dawî li pêvajoya çareseriya demokratîk anî, têkiliyên bi Ocalan re jî hatin qutkirin û bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Hemû têkilî û ragihandin ji ser Ocalan hatine qutkirin û agahî jê nayê girtin. Ocalan ku di nava şert û mercên giran de dijî, parêzerên wî behsa şert û mercên Ocalan û polîtîkayên li ser wî tên meşandin kirin. Endabê Buroya Hiqûqê ya Asrînê û Parêzerê Ocalan Cengiz Çiçek, bal kişand ser şertên Ocalan û taybetiya girtîgeha Îmraliyê.

Çîçek, anî ziman ku ji 1'ê Hezîrana 2005'an û heta niha Ocalan li dijî zagonên Tirkiye di bin tecrîda giran de dijî û wiha got: "Li dijî Ocalan rejîma îşkenceya taybet a tenê ji bo Ocalan tê meşandin di meriyetê de ye. Bi vê polîtîkayê peyama 'Em kengî bixwazin dikarin Ocalan bi darve bikin. Ji xwe ew jî vê yekê dixwaze. Dixwaze bê darvekirin û ji vê yekê xelas bibe. Dema bê îdamkirin dê bimire û biçe. Lê em dixwazin heta sax be wî ceza bikin. Em di van şertan de her roj hêdî hêdî wî dikujin' bidin gelê kurd. Niha şertên Ocalan têde wekî bi tena serê xwe bi saxî di darbesteke de be. Niha li Tirikye rejîma îşkenceyeya tenê bi taybet li ser Ocalan tê meşandin heye. Ev di tu qanûn û zagonên Tirkiye de tune ye. Di 1'ê Hezirana 2005'an de zagona hêjmar 5275'an bi taybet tenê ji bo Ocalan xistin meriyetê. Zagona "Rejîma Înfazê ya Hepsa Giran" bi taybet ji bo Ocalan derxistin. Li gorî qanûna berê cezayê dabûna Ocalan dê 20 sal derbas nekiribûya. Dê mafê wî yê bihata berdan hebûya. Lê piştî ev zagon hat guhertin polîtîkaya cezayê "Heta bimire di darbesta yek kesî de bi saxî kuştina pêl bi pêl" dixin meriyetê. Ocalan rojê 23 saetan di hucreya biçûk de derbas dike û tenê rojê saetekê di hewşê de hewa distîne. Ev cezayê tabûtê ye. Ev cezayê heta mirinê tecrîd e û rejîma di şertên herî giran de hiştin e. Mirov dikare vê yekê wekî cezayê îdama her roj pênase bike. Di Dadgeha Qanûna Bingehîn a Alman de jî heman biryar hene."

Rayedarên DMME'ê vê yekê wekî tolhildana siyasî bi nav dikin. Der barê serlêdana Ocalan de di 18'ê Adara 2014'an de DMME biryar da ku têgeha ‘heta mirinê' li gorî xala PMME'ê ya 3'an îşkence ye û ev têgeh bê guhertin. Lê Tirkiye li DMME'ê guhdar nekir. Berê Ocalan dema bi parêzerê xwe re hevdîtin kiribûya dikarîbû bi şiklê kesê sêyemîn nebihîze hevdîtin kiribûya. Lê niha piştî zagon hat guhertin di bin qeyd û kamerayan de de tê kirin. Piştî zagonên taybet ji bo Ocalan hat guhertin hevdîtina Ocalan di bin çavdêriya memûrekî û qeydên kamerayan de tê kirin. Ji ber vê yekê dikarin der barê parêzeran de jî dozê vekin û parêzeran ji hiqûqê dûrbixin. Berê dikaribûn Ocalan sewqî odeyên wekî kawîşan bikin. Lê piştî zagon hat guhertin ferz dikin ku Ocalan bi tena serê xwe di yek hucreyê de rojê 23 saetan bê girtin.

Li gorî înfaza berê rojê 2 saetan dikaribû derketa hewşê hewa bistendiya. Lê niha rojê tenê saetekê dikare derkeve hewê bistîne. Li gorî înfaza berê mafê wî yê TV u telefonê hebû. Lê niha mafê televîzyon û telefonê hatiye sînorkirin. Her çend di sala 2013'an de ev zagon hat rakirin û televîzyon dan Ocalan jî qedexeya telefonê hêj didome. Li gorî înfaza barê Ocaman her heftê saetekê dikarîbû bi malatê re hevdîtin kiribûya. Lê pişti zagona nû mafê hevdîtina Ocalan a bi malatê re derxistin ji 15 rojan nîv saetê. Malbata ku bi hezaran km diçûn Îmraliyê tenê dikaribûn nîv saetê hevdîtin bikin. Lê ev mafê hevdîtinê jî bi sedan caran Zagona hêjmar 5275 li gorî zagona înfazê ya berê mafê Ocalan bêtir bi sînor û asteng kirin. Berî her tiştî guhertina "Heta bimire di hucreyê de bê hiştin" Bi vê guhertinê Ocalan bi awayekî keyfî di bin tecrîda girankirî û îzolasyonê de tê girtin. Pêkanînên niha li ser Ocalan tên meşandin sînorê zagona înfazê derbas kirine. Li gorî zagona înfazê ya 1'ê Hezîrana 2005’an parêzer di bin çavdêriya kesê sêyemîn de dê ziyaret kiribûya. Lê axaftinên ziyaretê hatin qeydkirin û destûra dan û stendina belgeyan hat asteng kirin. Her çend di zagonê de maf û erka qeydê nehatibe dayîn jî hemû hevdîtinên bi parêzeran re hat qeydkirin. Bi hemû hevdîtinên parêzeran ên bi Ocalan re ev yek wekî qeyd û kural xistin meriyetê. Bi vê yekê jî bi sînor nebûne û dema tiştên ku ne li gorî hesabê wan Ocalan axivîye, hevdîtinên wan hatine qutkirin.

Dîsa hemû parêzerên ku çûne hevdîtinê jî li dijî rêzikname û zagonan di lêgerîna tazî re derbas bûne. Li ser îtirazê ev yek hat rakirin. Xwestin pêkanînên "An hûn dê vî şertî qebûl bikin an jî hûn dê hevdîtin nekin" bispêrin me. Ocalan her dem bi kameran tê şopandin. Dîsa tenê rojê saetekê dikare derkeve hewşê. Ew jî ji hewa û sporê re ne guncav e. Dîsa mîmariya odeyê derî û camê li dijî mafê jiyanê ye. Tenduristiya Ocalan jî neyînî bi bandor dike. Dîsa Ocalan ji ber fikrên xwe rastî cezayê hucreyê tê. Bi vê yekê polîtîkaya pêl bi pêl rejîma kuştinê tûtir dixin meriyetê. Ocalan 13 caran bi giştî 240 rojan rastî cezayê hucreyê hatiye. Ocalan rastî ceza hatiye û radyo, rojname û pirtûkên di destê wî de ji destê wî hatine girtin. Ji ber ku Ocalan fikr û dahurandinên xwe yên der barê komkujiya çandî, mafê perwerdehiya zimanê zikmakî, mafê parastina rewa, agirbest, aştî, demokrasî û geşedanên siyasî yên rojae parve kirin rastî cezayê hucreyê hat. Hemû cezayê hatine dayin jî bê belge û hincetên şênber hatine dayîn. Ev hemû muameleyên xerab û îşkence ye."

Yasin Kobulan - dihaber