Trump keşe xwest

NAVENDA NÛÇEYAN - Niviskarê Rojnameya Rojeva Medya Reşo Wasif, bal kişand ser ziyareta Erdogan a DYA'yê û diyar kir ku Erdogan bi Trump re wêne girt û ji bilî wê tiştekî din bi dest nexistiye.

Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Reşo Wasif, der barê ziyareta Erdogan a DYA'ê de nivîsand. Wasif, di quncikê îro de diyar kir ku çapemeniya hewzê û rayedarên tirk her çi qas hevdîtina Trump û Erdogan -20 deqe dewam kir- wek mîlad bi nav bikin jî rastî tam ne wisa ye û wiha got: "Rast e Erdogan bi Trump re wêne girt, lê ji bilî vê xuya ye ku tiştekî din bi dest nexistiye. Her çend li pişt deriyên girtî bi hev re axivîbin jî heke tiştekî şênber hebûya dê parêzvanên Erdogan wisa bi hovîtî êrîşî çalakgerên kurd ên bal dikişand ser faşîzma Erdogan, nekira. Heke tiştek li ber destê wan hebûya dê niha çapemeniya hewzê manşet li ser manşetê derxista lê nebû."

Wasif, anî ziman ku manşeta çapemeniya Erdogan li dora ‘xal ‘ û ‘bêhnok’an diçe û tê û wiha berdewam kir: "Di hevdîtinê de careke din derket holê ku hemû gilî û gazincên Erdogan ên der barê Rojava –kurdan- de ji bo Trump tiştek îfade nekiriye, heta hema piştî çend saetan nûnerê Trump ê taybet McGurk li Rojava hin temas kirin. Dîsa daxwaza Erdogan a berdana Reza Zarraf û îadekirina Fethulah Gulen jî ji bihareke din re man. Trump di hevdîtina bi Erdogan re pişta wî ‘mist’ da. Lê bi lehengiya tirkan a di Şerê Koreyê de ku xwe di ber armancên Amerîkayê de didan kuştin. Helbestkarê mezin Nazim der barê Şerê Koreyê û xwîna erzan a tirkan de helbesteke mûazam nivîsandiye. Di helbestê de dibêje ku ‘mehmet’ bi çend dolaran hatine firotin."

Wasif, bal kişand ser diyalogên di navbera Erdogan û Trump de û wiha berdewam kir: "Trump di axaftina xwe de ji Erdogan re got ku tu encax ji bo şerê min bibî peyade û ez kengî bixwazim tu yê emirberiya min bikî. Hemû hevdîtin di vê çarçoveyê de çû û hat lê wek me gotî çapemeniya tirk vê wek mîlad bi nav dikin û ji nav hemû axaftinan hevoka Trump a dibêje; em di şerê li dijî terorîzmê de muttefîk in, derdixin manşetê. Wekî ku parzemîna Amerîkayê ji nû ve were kifşkirin, çapemenî vê derdixe pêş lê ji dema Carter û vir ve ji xwe DYA û TC muttefîkên hev in. Trump tiştek ji vê cudatir neda destê Erdogan. Heta bi ser de keşeyê xwe ji Erdogan xwest. Di hevdîtina kurt de Trump 3 caran ji Erdogan re got Pastorê Dêra Vejînê ya Îzmîrê Andrew Craig Brunson serbest berdin. Pastor (keşe) ji ber Cemaeta Gulen bi îfadeya şahidekî nepen hatiye girtin. Erdogan çi qas got YPG, PYD; Trump jî keşe xwest. Li aliyê din helbet dewama vê hevdîtinê di civîna NATO’yê de dê were; Trump li wê derê di platforma navdewletî de hesabê bi Tirkiyeyê re bibîne û jê bixwaze ku xwe îsbat bike. Trump di mudaxaleya muhtemel a li dijî Îranê de dê bixwaze Tirkiyeyê bide pêş. Di sala 2003’yan de dema Bush ji Erdogan xwest di mudaxaleya Iraqê de deriyê bakur jê re veke jî meclisê li gel Erdogan ew qas dixwest jî ev destûr neda Erdogan."

Wasif, heri dawi wiha got: Jixwe ji ber vê qasê behsa ‘lehengiya mehmedên li ber deriyên Koreyê xwîna xwe rijandin’ kir. Erdogan dîsa bi îştaheke mezin li vê rewşê dinêre lê Îran ne Cerablûsa ku çete bi kurkirina rêyên xwe radestî wî kir, nîn e. Ev şer dê ji bo Erdogan û Tirkiyeyê wê demê veguhere destpêka têkçûnê û şerê mezhebî yê li herêmê. Heke şerê li Sûriye û Iraqê, DAIŞ lê lê be, lo lo hê li pêş e. Lazim e kurd hemû îhtîlafên xwe deynin aliyekî û bi hevgirtinê li dijî vê bahoza ku dike rabe, destrkeftiyên xwe biparêzin."