NAVENDA NÛÇEYAN- Di daneyên îstitistika edlî ya 2016'an a Wezareta Dadê bûyerên îstismara zayendî zêde bûye. Ligel ku êrîşên îstismarkirina zayendî zêde bûye jî biryarên mehkumkirinê kêm bûye.
Midûriyeta Giştî ya Îstatistik û Sîcil a Edlî ya Wezareta Dadê îstatistikên edlî yên 2016'an weşand. Di daneyên ku ji 2006'an heta niha tê weşandin de dema ku 10 salên dawî bînin ber hev tê dîtin ku di gelek qadan de meyla sûc zêde bûye.
Li gorî daneyan li Tirkiyeyê sedema herî girîng a sûcan pirsgirêka aboriyê ye. Bi taybetî jî meyla zarokan a sûc û bûyerên êrîşên zayendî zêde bûne. Ligel ku tu bûyerên êrîşên zayendî zêde bûye jî biryarên mehkumkirinê jî balkêş e kêm bûye.
DOZA 3 MILYON û 672 KESAN LI DADGEHÊN CEZAYÊ HAT DÎTIN
Li gorî nûçeya BîrGunê agahiyên dosyayên lêpirsînê yên hatine ber destê serdozgeriyên komarê ji sedî 5,7 nufusa mezin bersûc in. Di 2006'an de 2 milyon 742 dosya hebûn ev hejmar di 2016'an de bû 7 milyon û 398 kes. Hejmara dozên li dadgehên komarê hatine dîtin jî 2 milyon û 406 in. Di 2016'an de 3 milyon û 672 kes li dadgehên cezayê hatin darizandin. Ji wan dosyayan milyonek û 852 doz dewrê sala din hatin kirin.
SEDEMA HERÎ GIRÎN SÛC E
Dema ku li cezayên li gorî cureyên sûc hatiye dayîn bê nirxandin tê dîtin ku herî zêde ji ber pirsgirêkên aborî sûc hatine kirin.
ÎSTISMARA LI DIJÎ ZAROKAN ZÊDE BÛ
Îstismarên li dijî zarokan bi taybetî jî di 4 salên dawî zêde bûn. Di 206'an de bi temamî 3 hezar û 778 biryar ji bo sûcên îstismarêli dijî zarokan hatiye dayîn, di 2016'an de jî 21 hezar û 189 biryar hatiye dayîn. Îstismara li hemberî zarokan herî zêde bi mehkûmbûnê di 2016'an de bi encambûye û ji sedî 58,8 bersûc mehkûm bûne. Di 2006'an de di sûcên îstismara zayendî ya li dijî zarokan 5 hezar û 243 biryar hatiye dayîn. Di 2016'an de ev bû 13 hezar û 347. Bi taybetî dema 3 salên dawî bê nirxandin biryarên ji bo sûcên tacizê hatiyê dayîn zêde bûye lê hejmara mehkûmbûnê kêm bûye, ev yek balê dikişîne. Di 2007'an de sedî 47,7 dozên îstismara zayendî bi mehkûmbûnê bi encam bûye, di 2016'an de ev hejmar daketiye 36,5'an.
Di "sûcên zarokan" de li gorî beriya 10 salan 2 qatî zêdetir doz hatiye dîtin. Di 2006'an de 62 hezar doz hebûn, di 2016'an de ev hejmar bû 117 hezar û 739. Beriya 2012'an hezar û 822 doz bi encam bû, di 2015'an de 53 hezar û 195, di 2016'an de jî 43 hezar û 366 doz bi encam bû. Di sûcên zarokan de herî zêde di 2016'an de biryarên mehkûmbûnê hat dayîn ji wan ji sedî 37,5 biryarên mekûmbûnê hat dayîn.