Plana polîsan di îdîanameyê de hat ji bîr kirin

BURSA - Plana polîsan a derbarê 12 HDP û DBP’iyên li Bursayê hatine binçavkirin di nava îdîanameya dozger de hat ji bîrkirin. Plana polîsan a hat gotin skandaleke û di nava îdîanameyê de hat ji bîrkirin wek “bi gotinên fînansmanê terorê em ê pifkirina biryarê gazî…” tê diyarkirin.

Li Bursayê di 7’ê Mijdara 2016’an û 14’ê Mijdara 2016'am de, di operasyonên hatin lidarxistin de derbarê 21 kesên hatin binçavkirin de îdîaname hat amadekirin û ji aliyê 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê ve hat qebûlkirin. Îro dê yekemîn rûniştina doza ku Rêvebera HDP’a Bursayê Ceylan Erol, Hevserokê Osmangaziyê Azad Îmal, rêveberê Bajar Layik Hanazay, Hevseroka Mudanyayê Medîha Azra Gullupinar, Hevserokê Yildirimê Mehmet Kocaman ên girtîne û Hevserokê Nîluferê Seyfettîn Havuz, endamê PM’ê parêzer Cahît Kirkazak, endam Atîlla Kaya, parêzer Ayşe Batumlu Kaya, parêzer Levent Pîşkîn, parêzer Mehmet Denîz Buyuk û HevseroKê DBP’a Bursayê Recep Kuru yên bêyî girtî tên darizandin bê dîtin. Di îdînameya bersûcên bi sûcdariyên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tên darizandin de plan û vesazkirina polîsan derket.

ÎTÎRAF DIKIN

Parêzerên beriya dozê dosya lêkolîn kirin, dema polîsan fezleke amade kirin honeka difikirîn din ava îdîanameya dozger amade kiriye de ji bîr kirin. Polîsên ku nîqaş dikirin ku dê çawa taştê xwarina li avahiya rêxistina HDP’ê ya Yildirimê hatiye kirin wekî dijqanûnî nîşan bidin, dawetiyên çalakiyê wekî “emê bêjin ku terorê fînasname dikin” derbasî îdîanameyê bû. Danga KJA’yê ya ji bo heman çalakiyê li ser Facebookê belavkiribû bi heman şêweyî hat nirxandin, parvekirinên Rêvebera HDP’ê ya Bajar Ceylan Erol û Hevaerokê Mudanyayê Medîha Azra Gullupinar ên li ser Facebookê jî wekî “em ê bêjin fînansekirina terorê, birayê Gazî em ê bavêjinê…” tê formule kirin. Tê fêmkirin ku “birayê Gazî” yê ku navê wî di fezlekeya polîsan a bi tirkiyek xirap hatiye amadekirin polîsekî li midûryeta polîsan peywirdare.

'EM Ê BÊJIN ALÎKARIYA JI BO RÊXISTINÊ’

Di rûpelên 317/421 yên îdîanameya dozger û plana polîsan a derbarê 12 kesan de amadekiriye de beşa hatiye jibîrkirin wiha ye: “Di dîroka 30.10.2016’an de li HDP’a navçeya Yildirimê taştê hat dayîn. Derbarê vê de dawetiye hatin firotin. Bi Ceylanê re organîze kirin. Di facebooka Kja ya bursayê de wêneyek hatiye parvekirin û parvekirina dawetiyê heye. bi 10 tl firotin. Em ê bêjin alîkariya ji bo rêxistinê, Ceylan û Medîha di faceyên xwe de parvekirin em ê tesbîtek hevpar bikin û herduyan ser zêde bikin. Hevdîtinên herduyan ên ji bo dawetiyeyê hene û girîngin. Em ê bêjin finansmana rêxistinê kirine birayê gazî em ê pif bikinê…”