ANTALYA - Derdorparêz Ulvî û Aysin Buyuknohutçu yên li dijî kana mermer û kevir bertekên xwe anîn ziman yên hevalên hev aliyê kujer Alî Yumaç ve li hemberî 50 hezar hatin kuştin.
Hefteya borî hevalên hev Ulvi û Aysin Buyuknohutçu ku li dijî kana mermer û keviran ên li qada daristanî li herêmêm Alacadag, Gokçeyaka, Kizilcik û Adala dihatin vekirin bertekên xwe anî ziman hatin kuştin. Ali Ulvi û Aysin Büyüknohutçu ji aliyê kujer Ali Yumaç ve hatin kuştin. Di îfadeyên dozgeriyê de derket holê ku hevalên hev li hemberî 50 hezar tl hatine kuştin. Derket holêku xwediyê kanên mermer û keviran 50 hezar tl pere teklifî karkerê bi navê Ali Yumaç kiriye û piştî Yumaş 3 hezar tl ji patronê kanê girtiye û piştre herdu derdorparêz kuştine. Kujer piştî 2 ekolojîst kuştin diyar kir ku pir poşman e.