Hejmara nû ya Kovara “Psychology Kurdî” derket

NAVENDA NUÇEYAN - Hejmara 3'yemîn a yekemîn kovara derûnasiyê ya bi Kurdî “Psychology Kurdî” derket.

3'yemîn hêjmara kovara derûnînasiye ya bi kurdî derket. Di hejmarên berê de kovar bi giranî li ser trawma, cûreyên wê, nexweşiya stresê ya piştî trawmayê û li ser dermankirina trawmayê rawestiyabû.“Psychology Kurdî” di vê hejmara xwe de jî bi giranî li ser mijarên wekî ziman, îstîsmar, şîn û şîna civakî, çavkaniyên êrîşan, lêhûrbûn û mijarên girêdayî wê radiweste. Di vê hêjmarê de
Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan, bi nivîsa xwe ya bi zimanekî zanistî girîngiya zimên, xweza û aramiya derûniya zimên ji xwendevanan re rave dike. Derûnnas Mesut Umar, bi nivîsa xwe ya “Istismar û Ihmalkirina Zarokan” bi hûrgilî behsa îstismar û îhmalkirinê, cureyên wê dike, bertek û encamên wê dide nasîn.


Bi Prof. Dr. Vamik D. Volkan re me hevpeyvîneke balkêş kir. Di vê hevpeyvînê de, em li ser mijarên şîn, şîna civakî, şîna sirûştî, şîna derûnnexweşî (psychopathological) û li ser dermankirina şînê axivîn. Derûnnas Darius Winzer bi nivîsa xwe ya “Şîn û Şîna Normal” pêvajoya şîn û şînkêşiyê bi me dide nasîn û hevsengiya pêvajoya nû vedibêje. Derûnnas Siyabend Aslan, bi nivîsa xwe ya “Mirin, Windahî û Şîn di Jiyana Zarokan de”, danasîna têgehên mirin, windahî û şînê dike, ji bilî vê li gorî temenê zarokan bertekên mirin û şînkêşiyê bi me re parve dike. Dermansaz Etman Yavuz bi nîvîsa xwe ya “Şîn û Derman”ê pêdiviya dermanan û asta bikaranîna wan dinirxîne. Prof. Dr. Cem Kaptanoglu, bi nivîsa xwe ya ''Jêderên Erîşbarî û Tundiyê yên Takekesî''yê ya bi wergera Aydin Rengîn, bi zimanekî derûnkolînerî êrişkarî, tundî û êrişkariya wê ya siyasî bi me re parve dike. Derûnnas Mihemed Elî Alucî, bi nivîsa xwe ya “Nexweşiya Sewesî û Zorlêtiyê - NSZ'' li ser cureyên sewesî û zorlêtiyê disekine û dermankirina vê nexweşiyê bi xwendevanan dide nasîn. Prof. Dr. Melek Gorenli, bi hevpeyvîneke têr û tijî ya li ser derûnnasiya civakî û mijara kurdan bi me re ye. Derûnnas Leyla Nisêbînî û Lêkolînêr Duzgun Ugur, bi nivîsa xwe ya “Piştgiriya Derûncivakî ya bi Zimanê Zikmakî” li ser civak û derûnnasiyê, di hevdîtinên derûnî de girîngiya zimên û piştgiriya derûncivakî ya bi zimanê zikmakî radiwestin.

Derûnnas Hemed Elî Qoserî bi nivîsa xwe ya “Fêrbûna Renc û Dijwar - FRD”ê behsa pirsgirêkên xwendin, nivîsandin û hesabkirinê dike û rêûrêçikên çareseriyê nîşan dide. Derûnnas Rewşen Remalkî bi nivîsa xwe ya “Kêmasiya Baldariyê û Nexweşiya Hîperaktîwîteyê - KBNH'' li ser pirsgirêkên baldarî û hîperaktîwîteyê disekine û hûrgiliyên vê nexweşiyê bi me dide nasîn. Derûnnas Gulistan Bakir, bi nivîsa xwe ya “Vajînîsmûs''ê li ser sedem, rêbaz û dermankirina vajînîsmûsê radiweste. Kenan Kedkar bi çîroka xwe ya “Pirtûkxane''yê behsa nexweşekî NSZê dike. Ji bilî van nivîs û nivîskarên hêja, di vê hejmarê de danasîna “Enstîtûya Derûndermanî û Derûntrawmayazanistiyê ya Zanîngeha Dihokê'' jî tê parvekirin. Cara yekem e enstîtûyeke wisa li Başûrê Kurdistanê hatiye avakirin.


Hûn dikarin Kovara “Psychology Kurdî” ji pirtûkfiroşan û ji malperên www.ajansjj.com , www.pirtukakurdi.com , www.kurtcekitap.com peyda bikin.