STENBOL / ÎZMÎR - Parêzer ji bo hempîşe û rojnamegerên girtî vê hefteyê jî di “Nobeta Dadê” de hatin cem hev. Parêzer Yeşînîl Yeşîlyurt diyar kir ku ev nobet sembola maf û hiqûqê ye û wiha got: “Parastin nayê girtin. Parastin nayê darizandin û ji parastinê re azadî.”
“Nobeda Dadê” ya ji aliyê parêzeran ve li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatiye destpêkirin di hefteya 7’emîn de berdewam kir. Gelek parêzer ji bo azadiya hempîşeyên xwe yên 200 rojin girtî ne di çarçoveya C de li ber peykerê Themis hatin cem hev. Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu, nivîskar Eşber Yagmurderelî û xizmên parêzerên girtî tevlî çalakiyê bûn. Piştî çalakiya saetekê dom kir, parêzer derketin ber deriyê edliyeyê û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de parêzeran wêneyên hempîşeyên xwe yên girtî rakirin.
Di çalakiyê de destpêkê Eşber Yagmurderelî, axivî û bang li Serokomar Erdogan kir ku ji bo binpêkirinên mafan ên li welat bên rakirin peywira xwe bicih bîne. Yagmurderelî, xwest ku rojnameger, parêzer û siyasetmedarên girtîne serbest bên berdan û wiha got: “Divê Erdogan di mijara girtiyên nexweş de jî gav bavêje. Divê wijdan ji daxwazên gel re vekirî be lê ji berê heta niha ev wijdan girtîne.”
'PARASTIN NAYÊ GIRTIN Û DARIZANDIN’
Li ser navê parêzeran parêzer Yeşînîl Yeşîlyurt acivî û wiha got: “Hempîşeyên me Bulent Utku, Akin Atalay û Mustafa Kemal Gungor 200 rojin ji azadiya xwe bêparin. Çalakiya ‘Nobeta Dadê’ ya ji ber hempîşeyên me hatiye destpêkirin îro li gelek bajarên Tirkiyeyê di heman saet û wextî de ji bo hempîşeyên me bên berdan tê lidarxistin. Wekî hûn jî dizanin di demên dawî de bêmafî û bêdadî tê pêkanîn. Kes bêyî belge, zanist, delîl û lêkolînê tên binçavkirin û tên girtin. Tiştên tên kirin tu eleqeya xwe bi hiqûqê re tune ye. Rojnameger, zanyar, parlamenter, hevşaredar, parêzer, nivîskar-xêzker kî heye hatin girtin. Dema gel ji van pêkanîn re deng dernaxe ev hêjî pêşdetir diçin. Armanca îktîdarê ewe ku hemû aliyê wekî wan nahizirin bêdeng bikin û biçewisînine. Em serî natewînin û destûr nadin. Ji ber van sedeman em wekî parêzer ev çalakiya ji ber sê hevalên me hatiye destpekirin em ê ji bo hemû kesên rastî bêmafî û bêhiqûqiyê hatine her hefte roja Pêncşemê saet di 11.30-12.00 li hemû cihî ‘Nobeda Dadê’ bigirin û bidomînin. Ev nobet sembola hiqûq û dadê ye. Parastin nayê girtin. Parastin nayê darizandin û ji parastinê re azadî.”
Çalakî bi çepikan bidawî bû.
NÛÇEGIHANÊ ME YÊ DÎMEN DIKIŞAND HAT BINÇAVKIRIN
Koma Parêzerên Hemdem a Baroya Îzmîrê û endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Îzmîrê ku bi KHK’ê hatiye girtin, ji bo rojnameger û hempîşeyên xwe yên girtî çalakiya “Nobeda Dadê” lidarxistin. Di nobeda li nava Edliyeya Îzmîrê hat giritn de gelek parêzer amadebûn. Parêzeren cube li xwe kirin wêneyên kesên girtî bi singa xwe ve kirin û saetekê bi wêneyên parêzer û rojnamegerên girtî sekinin. Di dema çalakiyê de li edliyeyê bi sedan polîsên hêza taybet sekinin.
Di vê navberê de nûçegihanê me Cîhan Başakçioglu yê dîmen dikişandin hat binçavkirin û birin qereqola edliyeyê. Piştî dîmen û wêneyên rojnameger Başakçioglu hatin reşkirin hat berdan.