WAN - Li Erdîşê M.D. ê li dibistanekê alîkarê midûre ji ber sûcê “îstîsmara zayendî” hat binçavkirin.
Li navçeya Erdîşa Wanê M.D. ê li dibistanekê alîkarê midûre ji ber sûcê “îstîsmara zayendî” ya li dijî xwendekarekê hat binçavkirin. M.D. di encama îxpara mamosteyek jin de hat binçavkirin û hat diyarkirin ku Midûryeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navxweyî derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.