Mîraz bêyî dayîka wî birin nexweşxaneyê

STENBOL - Zarokê 9 mehî Mîraz ê bi dayîka xwe re li girtîgehê dimîne roja Şemiya bihûrî nexweş ket û bêyî dayîka wî ew birin nexweşxaneyê.

Gulîstan Dîken Akbaba ya k udi sala 2012’yan de bi îdîaya “endama rêxistinê ye” û cezayê wê hat erêkirin bi zarokê xwe yê 9 mehî Mîraz re xistin girtîgehê. Zarok û dayîka ku demekê li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê man, piştre sewqî Girtîgeha Jinan a Gebzeyê hat kirin. Bav Cengîz Akbaba yê ku çû hevdîtina zarok û hevjîna xwe diyar kir ku şemiya bihûrî Mîraz nexweş ketibû. Akbaba, da zanîn ku hevjîna wî Gulîstan xwest bi zarokê xwe re biçe nexweşxaneyê û wiha got: “Gulîstan xwest bi zarok re biçe nexweşxaneyê lê ew nabin. Dibêjin ‘em nikarin te bibin’. Lê ji ber tendirûstiya zarok mijara gotinê ye Gulîstan dipejirîne û naçe. Jê re gotin ‘ger pêwîst bike dê 2-3 rojan li nexweşxaneyê bimîne. Agahî nedam min jî.”

Akbaba, da zanîn ku çend serûm dane zarok, paşde anîne û wiha axivî: “Nexweşiya zarokê 9 mehî dayîk dizane. Dayîk dikare bêje ka çawa nexweşe. Lê girtîgehê ev ne kiriye. Ev jî îşkenceyek cudatire.”