Çiyayê Cudî hat bombebarankirin

ŞIRNEX - Çiyeyê Cudî yê leşkeran operasyona lê daye destpêkirin ji aliyê balefirinê şer ên F-16 ve hat bombebarankirin.

Di çarçoveya operasyona duh li Çiyayê Cudî û Gabar ên Şirnexê hatiye destpêkirin de li ser çiyayan tevgera helîkopteran berdewam dike. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di çarçoveya operasyonê de balefirên şer ên F-16 qada li gundê Hesana yê Çiyayê Cudî bombebaran kirin. Dengê bombebaranê ji navenda Silopiyê hat bihîstin û ji herêmê dûxêl rabû.

Sewqiyata leşkerî ya li herêmê didome.