MÊRSÎN - Serokê Şaxa ÎHD'a Mêrsînê Ali Tanriverdi û xebatkara Radyo Sesê Fatma Olmez jî di nav de 18 kesên ku di 12'ê Kanûna 2016'an de hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin, îro di danişîna yekemîn de hatin tehliyekirin.
Li Mêrsînê Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Ali Tanriverdi û xebatkara Radyo Sesê ya bi KHK'ê hat girtin Fatma Olmez jî di nav de 18 jê girtî 24 kesên ku di 12'ê Kanûna 2016'an de hatibûn binçavkirin û paşê bi "Endamtiya rêxistinê" û " Propagandaya rêxistinê" hatibûbûn gitin, îro danişîna wan a yekemîn li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê hat dîtin. Hin bersûc û parêzerên wan tevlî beşdarî danişînê bûn û bersûcên din jî bi riya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bûn. Bersûcan di parêziyên xwe de tiştên pê tên tawanbarkirin red kirin û daxwaza tehliye û beraeta xwe kirin.
Meqama idiayê daxwaza berdewamiya girtina bersûcan da. Lê heyeta dadgehê vê daxwaza meqama îdiayê red kir û bi şertê venêrîna edlî biryara berdana bersûcan da û danişîn taloqî dîrokek pêş kir.