ŞIRNEX - Li herêma Kato Jîrka ya Elkê ya ku operasyon leşkerî lê didome, leşkeran bizinên gundiyan gulebaran kirin û di vê gulebaranê de bi dehan bizin mirin.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê leşkerên ku di 18'ê Nîsanê de ber bi Çiyayê Kato Jîrka operasyon dabûn destpêkirin niha jî êrîşî sewalên gundiyên derdorê dikin. Leşkerên ku duh danê êvarî li çolterên gundê Germavê qada ku nêzî 150 bizinên gundiyan lê ne gulebaran kirin. Li gor agahiyên hatin bidestxistin, di vê gulebaranê de nêzîkê 70 bizin mirine.
Hat zanîn ku leşkeran nehiştine welatî biçin cihê qada ku bûyer lê qewimiye û her wiha bizinên mayî jî ji aliyê şivanên gundên derdorê hatine rizgarkirin.