Raporên girtiyan ên ATK'ê nayên dîtin

ÎZMÎR - Parazvanen mafên mirovan diyar kirin ku girtiyên destê wan tune û felç jî di nav de 400 jê giran 905 girtiyên nexweş hene û tevî rapora Saziya Tiba Edlî nayên berdan. Parazvanên mavên mirovan diyar kirin ku Omer Faruk Kavurmaci bi rapora taybet hat berdan lê girtiyên rewşa wan giran nayên berdan.

Parazvanên mafên mirovan, diyar kirin ku piştî OHAL hat ilan kirin zextên li ser girtiyan zêde bûn û girtiyên nexweş nayên berdan. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 400 jê giran 905 girtiyên nexweş hene. Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmirê Ahmet Çiçek, diyar kir ku piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê îhlalên mafên mirovan ên li girtîgehan zêdetîr bûne. Çîçek, anî ziman ku gelek girtiyên nexweş, di nava şert û mercên giran de dijîn û wiha got:“Li odeyên 3 kesan 18-19 kes tên girtin. Li odeyên 7 kesan 25 kes tên girtin. Girtî li erdê radizên û girtiyên nexweş di nava şertên gelek xerab de dijîn.

DIVÊ HIQUQ JI BO HER KESÎ WEK HEV BE

Çiçek, bal kişand serdana zavayê Şaredarê Stenbolê Kadir Topbaş Omer Faruk Kavurmaci û wiha got: "Kavurmaci bi raporên taybet tên berdan, lê girtiyên nexweş tevî raporên Saziya Tipa Edlî (ATK)'ê digirin jî nayên berdan. Hin girtî bi raporên taybet serbest tên berdan, lê bi sedan girtiyên rewşa wan giran jî tevî raporan nayên berdan. Divê hiqûq û edalet ji bo her kesî wek hev be.

TEVÎ DESTÊ WAN TUNE Û FELÇ GIRTÎ NE

Berdevka Piştevaniya Bi Zindanan re Selma Altan jî diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê Ergîn Aktaş tevî 2 destê wî tune û 3 caran rapora ATK'ê ya "Nikare li girtîgehê bimîne" girtiye jî dîsa nayê berdan. Altan, xwest Aktaş bi lezgin serbest bê berdan. Altan, da zanîn ku dîsa girtiyê li Girtîgeha Tîpa R a Melemenê yê Rojavayî yê 19 salî Ahmedi Hamî tevî felç e jî nayê berdan. Her çend diviya bû 2 caran tedawiya fîzîkî bibine jî nayê dermankirin û wiha got: "Em dizanin ku ev girtiyê ciwan bê dermankirin dê felça wî derbas bibe. Lê ji ber ku nayê dermankirin felça wî her ku diçe giran dibe. Dîsa girti Yusuf Bulut dê 2 sal û nîv şûnde bê berdan. 68 salî ye û nexweşê doşekê ye. Nikae bise rê xwe pêdiviyen xwe bibine.

Altan, herî dawî anî ziman ku mirovên ku dewletê ew bi sawî dîl girtine cihê wan ne girtîgeh û divê li nexweşxaneyê bên dermankirin. Divê der barê girtiyêin nexweş de bêtir hasas bin. Em ji wezareta Dadê dixwazin ku edalet û hiqûq ji bo her kesî wek hev pêk bê û têxin meriyetê.