Li şûna navê Tahir Elçi navê cerdevanekî hat daliqandin

WAN - Şaredariya Şaxê ya ku qeyûm tayînî wê hat kirin, navê parka ku navê Tahir Elçi lê hatibû kirin, wek "Parka Şehîd GK Ali Ogun" guherand.

Qeymeqamê Navçeyê Haci Asim Akgul ê ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Şaxê ya Wanê hat kirin, navê parka ku navê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi yê di 28'ê Mijdara 2015'an de li Sûra Amedê hat kuştin guherand. Park ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve li Taxa Adnan Menderesê hat çêkirin û her wiha bi biryara meclîsê jî navê "“Westaniya Parêzer Tahir Elçi” lê hatibû kirin. Lê qeyûm navê Tahir Elçi rakir û li şûna wî navê cerdevan Ali Ogun ê ku di sala 2016'an de li navçeyê hat kuştin li parkê kir.

Her wiha tabeleya parkê jî di meha Nîsanê de hat guherandin.