Ji ber qedexekirina zozanan sewalkarî li ber qedandinê ye

COLEMÊRG -Li Colemêrgê welatiyên ku ji ber qedexeyan nikarin li mêrg û zozanan heywanên xwe biçêrînin, ji neçarî heywanên xwe difiroşin.

Li Colemêrg a ku ji ber bi hinceta "ewlehiyê" mêrg û zozan tên qedexekirin, êdî gundî nikarin sewalvaniyê bikin. Li vê herêma ku heta 5 sal berê jî bi sedhezaran heywanên mezin û biçûk hebûn, ji ber ku welatî nikarin li mêrg û zozanan heywanên xwe xwedî bikin, ji neçarî heywanên di dest xwe de difiroşin.

Nazim Yigit ê ku li gundikê Kêrîser ê girêdayî gundê Dêzê ye, anî ziman ku ji ber qedexeyan gelek kes heywanên xwe firotine û niha nikarin debara xwe bikin. Yigit, diyar kir ku ew her havîn diçin zozana Meydanê ya ku li bajaroka Çîftlika Mezin a Geverê ye, lê belê ji ber qedexeyan êdî ew nikarin biçin wê zozanê.

Yigit, da zanîn ku zozanên Sîxanê û Balayê yên girêdayî gundên wan jî hatine qedexekirin. Yigit dest nîşan kir ku bi vî awayî li gundê ku bajaran xwedî dikin êdî jiyan li ber qedandinê ye.

‘HE ROJ HERÊMEK TÊ QEDEXEKIRIN'

Yigit, anî ziman ku li herêma Dêzê tenê qada Oledriyê ya bi kêrî sewalvaniyê nayê nehatiye qedexekirin û wiha axivî: "Gelek mêrg û zozanên me yên bedew hene. Lê em li van deverên bi qeraç û bejî heywanên xwe diçêrînin. 16 sal in vî karî dikim. Berê li vê herêmê bi sedan heywan dihatin xwedîkirin. Lê belê, piştî ku her roj herêmek tê qedexekirin êdî her kes heywanên xwe difiroşe. Ji ber ku qadeke ku heywanên xwe lê xweyî bike nabînin, ji neçarî heywanên xwe difiroşin."

Yigit, anî ziman ku berê li herêma Meydan, Oremar û Doskiyê bi dehan xweyikerên heywanan hebûn, lê belê ew jî di nav de niha ev hejmar daketiya 5'an. Yigit, anî ziman ku ji neçarî wî nêzî 150 heb heywanên xwe anîne qada Oledriyê û wiha axivî: "Tenê pezkovî dikarin li vir bihêwirin. Lê belê, ji ber qedexeyan ji neçarî hewl didim ku heywanên xwe li vir xwedî bikim. Çend roj berê 2 heywanên min di nav zinaran de asê man. Yek jê ji zinêr ket û lingê wê şikiya. Ya din jî me bi saya xizmên xwe yên ji gund hatin bi kindirê rizgar kir."

‘POLÎTÎKAYA HEYÎ COTKAR PERÎŞAN KIRIN'

Yigit wiha axivî: "Di qeydên dewletê de bi dehan heywanên mezin û biçûk dixuyên. Ev hejmar rastiyê nadin der. Li welat sewalvanî hat qedandin. Heta 5 sal berê jî xweyîkerî baş bû. Lê belê polîtîkaya goşt a îthalî cotkar kuşt. Heywanên ku buhayên wan li me dibin 5-6 hezar lîre, niha nêvî nêvî daketiye. Her wiha dema çêre jî hatin qedexekirin, tona kayê bû 2 hezar lîre. Ji ber vê xweyîkerî zêde zêde buha bû û gelek xweyîker ên di dest xwe de firotin. Sewalvaniya îthalî çareseriyeke demborî ye. Li hêlekê dibêjin em ê goştê bi erzanî bidin gel, lê li hêlekê jî xweyîkeriyê dikuje û derdoreke nû ya mexdûrkirî tê afirandin."