ÎZMÎR - Piştî derket holê ku serokê dadgehê endamê cemaetê ye, Sertaç Kiliçarslan ji nû ve hat darizandin. Lê belê dîsa bi heman hincetê hat hikûmkirin. Her wiha hinceta biryarê ya ku hat daxuyandin jî, ne kêmî ya dadwerên cemaetê bû.
Di 11'ê Nîsana 2012'an de li Îzmîrê bi îdiayên "Endamtiya rêxistinê", "Propagandaya rêxistinê" û "Bi awayekî sêwirana kuştina polîs Cîhan Bayik" 2 caran cezayê muebeta giran li Serkan Kiliçarslan hatibû birîn. Darizandina ku di doza Kiliçarslan de ji nû ve hat kirin bi dawî bû. Dadgehê bi heman hincetê heman ceza li Kiliçarslan birî. Derket holê ku hinceta biryarê ya ku hat daxuyandin, ne kêmî ya dadwerê 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê Ali Sayin e, ku di çarçoveya lêpirsîna "FETO"yê de der barê wî de biryara zevtkirinê hatiye dayîn.
Di biryara ku hat daxuyandin de îfadeyên skandalî cih digirin.
Dadgehê di biryara xwe de, îtibar bi beyanên Huseyin Oguz ên ku di darizandina din de rû bi rû wek şahid nehatibû guhdarkirin anîn. Her wiha heman dadgeh piştî rûberkirinê beyana Oguz a "Beyaneke min a ku kesê bi bernavê Harun, Sertaç Kiliçarslan e tune ye" esas negirt. Dadgeha ku îtibar bi beyana Oguz nekir, di biryara xwe de cih da îbareyeke skandalî. Dadgehê di biryara xwe de wiha got: "Di wesfa beyaneke ku bersûc ji ceza xelas bike û di wesfa ku îfadeyên xwe yên berê pûç bike de ye."
ÇI BÛBÛ?
Li ser îfadeyên Huseyîn Oguz ê ku hat îdakirin li Sêrtê hatiye girtin, di 26'ê Gulana 2007'an de Sertaç Kiliçarslan li navçeya Bûca ya Îzmîrê hat binçavkirin û paşê hat girtin. Huseyin Oguz der barê Kiliçarslan de wek şahid hat guhdarîkirin. Îfadeya Oguz a "Bi qasî ku min ji endamê rêxistinê yê bi bernavê Cûdî bihsîtiye, kesekî bi bernavê Harûn di 4'ê Nîsana 2006'an de li navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê di êrîşa qereqolê ya ku polîsek tê de mir cih girtiye" di dosyeyê de cih girt. Her wiha parêzerên Kiliçarslan tim daxwaz kirin ku şahd û muwekîlê wan rûberî hev bên kirin, lê dadgehê tim ev daxwaza wan red kir. Piştî doza ku nêzî 5 salan domand bi tawanbariyên "Endamtiya rêxistinê", "Propagandaya rêxistinê" û "Bi awayekî sêwirana kuştina polîs Cîhan Bayik" 2 caran cezayê muebeta giran li Serkan Kiliçarslan hat birîn.
ÎTIBAR NE BI YA HEYÎ, BI YA TUNE YE KIR
Piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê, hikûmetê der barê dozger û dadwerên endamên cemaetê ne de lêprisîn da destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de derket holê ku Serokê Dadgehê Ali Sayin ê ku di dosyeya Kiliçarslan de navî wî derbas dibe jî di nav dadwerên cemaetê de cih digire. Sayin ê ku der barê wî de biryara girtinê hat dayîn ji holê winda bû. Piştî vê parêzerên Kiliçarslan bi daxwaza "ji nû ve darizandin"ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. Piştî serlêdan hat qebûl kirin, ji nû ve darizandina Kiliçarslan dest pê kir. Di darizandina nû de şahid Huseyin Oguz û Kiliçarslan rûberî hev hatin kirin. Oguz di îfadeya xwe de wiha got "Beyaneke min a ku kesê bi bernavê Harun, Sertaç Kiliçarslan e tune ye" û diyar kir ku îfadeya wî ya berê ne aîdî wî ye.
Lê belê, li gel vê jî dadgehê bi heman hincetan heman ceza li Kiliçarslan birî.
Cihan Başakçioglu / Ruken Demir - dihaber