Dostaniya 50 salan a bi muzîkê dest pê kir

RIHA - Muzîkjenên Xana Gumrukê ya dîrokî Abdullah Ayazgol û Abdurrahman Aydinlik ên ku dostaniya wan a muzîkê ya 50 salan heye bi alîkariyên tên dayîn bêyî sîgorte muzîkê ji bo mêvanên ku tên xanê îcra dikin.

Abdulah Ayazgol û Abdurrahman Aydinlik ên ku li navçeya Bêreçûkê ya Rihayê li heman taxê ji dayik bûn û bi hevre mezin bûn eleqeya wan a ji bo muzîkê heta 50 salan diçe. Muzîkjenên ku li Xana Gumrukê ya li navçeya Eyyubiyeyê bi keman û deburqeyê newayên herêmî dibêjin rastî eleqeyeke mezin a turîstan tên û demên xweş bi wan didin derbaskirin. Herdu muzîkjen carna jî bi newayên xwe ve mirovan dibin cihana xeyalan. Muzîkjenên ku di zaroktiya xwe de amûrên muzîkê girtine destê xwe û bêyî ji mamosteyan perwerde bibînin ew bixwe hînî ensrumanan bûne li şûna ku pere ji guhdaran bigirin, alîkariyên ku guhdar didin bes dibînin.

HUNERA BÊSÎGORTE

Abdurrahman Aydinlik ê ku 65 salî ye û bavê 6 zarokan e çîroka xwe ya bi hevlaê xwe Abdullah Ayazgol ve wiha parve kir: "Ez û Abdullah ji zaroktiya xwe heta niha rojekî jî ji hev qut nebûn. HEvaltiya me ji biratiyê wêdetir e. Beriya 50 salan eşqa muzîkê ya ku em anîn cem hev îro jî me li cem hev digire. Rojê heta êvarê hem stran hem jî lêdama amûran zehmet be jî eşqa me ya ji bo muzîkê hêzê dide me." Aydinlik anî ziman ku karê wan baş e lê ji ber pirsgirêkên ku di salên dawî de di qada turîzmê de tê jiyîn vê bandor li ser wan jî kiriye û wiha berdewam kir: "Ev çend salên dawî ye ji ber ku turîst zêde nayên bajar carna em qet sîteh jî nakin. Turîstên ku tên Xana Gumrukê heta me guhdar nekin naçin. Ger ku turîst bê ne tenê em dê bajar qezenc bike." Aydinlik anî ziman ku sîgorteya wan tuneye û ji bo debara xwe bikin ligel emrê xwe yê mezin jî mecbûr in bixebitin.

LI HER DERÊ MUZÎK

Abdullah Ayazgol ê 67 salî ye û bavê 6 zarokan e jî diyar kir ku ji bo wan cih û dem girîng nîne, guhdar li kû derê bixwazin li wir muzîkê dikin. Ayazgol anî ziman ku piranî li Xana Gumrukê muzîka xwe îcra dikin di saetên êvarê di şevbuhirkên ku wekî kevneşopiyekî bajar e muzîkê dikin. Ayazgol got ku pîşeya xwe hînî zarokên xwe kiriye û ligel bi malbatî bi muzîkê eleqedar dibin jî ji hevalê xwe qut nabe. Ayazgol wiha got: "Dostaniya me ya ku bi muzîkê dest pê kir b saya bawerî û bi biryariya me ve heta îro hat û dê niha û şunde jî berdewam bike."

Ayazgol destnîşan kir ku ji bo turîstên ku tên xanê stranan distrên û rojê 50-100 L qezenc dikin.