EDENE - Serokê Komîsyona Çavdêriya Girtîgehan a Baroya Edeneyê Prz. Tugay Bek piştî li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê bi girtiyên siyasî re hevdîtin kir diyar kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û li girtîgehan mafê jiyanê tê binpêkirin. Bek, anî ziman ku Şaredarê Qereyazî Mehmet Saît Karabekîr ê girtî 9 caran kriza dil derbas kir, lê hêj girtî ye.
Zextên li ser girtiyan berdewam dike. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û daxwazên girtiyan ên zagonî bi cih nayên. Serokê Komîsyona Çavdêriya Girtîgehan a Baroya Edeneyê Prz. Tugay Bek, li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê lêkolîn kir û rapor amade kir. Bek anî ziman ku girtiyê siyasî yê li Girtîgeha Tîpa T-2 a Osmaniyê ku birîndar e nayê dermankirin û mafê jiyanê tê îhlalkirin. Bek, piştî serlêdan zêde bûn û hat diyar kirin ku girtiyên siyasî yên birîndar nayên dermankirin di 18'ê Gulanê de girtîgeh ziyaret kir.
'12 SAETAN TEVÎ KELEPÇEYÊ EZ RAWESTANDIM'
Bek diyar kir ku li kabîneya hevdîtina parêzeran bi Mehmet Sait Karabakır, Akar İkbal û Mehmet Faruk Engin re hevdîtin kiriye û wiha got: "Mehmet Sait Karabakir jî parêzer e û girtî ye. Dema Şardarê Qerezayiya Erziromê bû û li ser peywirê bû hat girtin. 4.5 mehin li Girtîgeha tîpa T a Osmaniyê girtî ye. Mehmet Sait Karabakir zexên li ser wan tê meşandin parve kir û got ' 'Min 9 caran krîza dil derbas kir. 8 stend xistine damara dilê min. Di krîda dil de 4 caran dilê min rawestiya. Hêj 3 daparên mezin ên piyê min girtî ne. Ez ji sedî 65 nebesiya dil dijîm. Ez birim nexweşxaneyên Edene, Osmaniyê û Mereşê. Lê tiştek nehat kirin. Revîra girtîgehê ji bo fitiqa stu ez sewqî nexweşxaneyê kirim lê 4.5 mehin hêj ez nebirime nexweşxaneyê. Dixwazin me tevî kemepçeyê muayîne bikin. Me li nezaretxaneyê jî kelepçe dikin. Dema ez ji bo dermankirinê çûn nexweşxaneyê 12 saetan tevî kemepçeyan rawestandim.'
Bek anî ziman ku Karabakir anîye ziman ku salê 4 caran alavên ji girtiyan re tê şandin digirin û wiha got: "Karabir diyar kir ku daxwaznameyên ku girtî ji rayedaran û saziyên eleqeder re dişîne belgeya 'Me girt' nadin wan û got: ' Belgeyên der barê daxwaznameyên me de nadin me. Dîsa daxwazên me gihiştin cihê xwe ya na der barê vê yekê de jî agahî nadin. Hevdîtina vekirî ku mehê carekê ye derxistine 2 mehan carekê. Mafê sporê ku hefteyê carekê ye, derxistine 3 hefteyan carekê. Berê pirtûk û alavên ku ji derve ji wan re dihatin şandin bi hêsanî digirtin hundir. Lê niha tên astengkirin. Memûrên înfazê ji bo me sor bikin zextan dikin. Di pêvajoya greva birçîbunê de daxwaznameyên me hatin asteng kirin û der barê girtiyan de lêpirsîna dîsîplînê dane destpêkirin. Li kawişên 10 kesan 18 kes dimînin û gelek girtî li erdê radizên. Di lêgerînê de mirovan sor dikin û tacîz dikin. Li kawîşan kamera tên bi cih kirin. Her çend em îtiraz dikin jî ev pêkanîn didomin. Rojnameya Cumhuriyetê heta 3 hefteyan nedan me. Niha Rojnameya Cumhuriyetê didin lê Evrensel û Ozgurlukçu Demokrasiyê nadin me.' Zextên li ser wan zêde bûne."
XWÊ DANÎN SER BIRİNÊN MIN Û TÊKÊ BIRÎNÊN MIN QETANDIN
Bek, da zanîn ku bi girtiyê li Girtîgeha Tîpa T -2 a Osmaniyê dimine Mehmet Farûk Engîn ê di 26'ê Gulana 2013'an de li Nisêbînê hat girtin re jî hevdîtin kiriye û û wiha got: "Engin qala girtina xwe kir û got: "Dema ez hatim girtin, ez ji çîpa xwe birîndar bûbûm. Dema ez nû hatim binçavkirin ez birim dibistanekê û li wir îşkence li min kirin. xwê danîn ser birîna min. Li birînên min xistin û kêlên birîna min qetandin. Li salona sporê ya Mêrdînê jî îşkenceya li ser min dewam kir. Dema ez birim Şaxa TEM'ê ya Mêrdînê dîsa îşkence li min kirin. Ez ji 2'ê Hezîrana 2016'an heta niha li Girtîgeha tipa T-2 a Osmaniye bûm.
Dema ez birim nexweşxaneyê cendermeyan got 'vana terorîstin derman neke' û nehişt doktor min derman bike. Di 2'ê Gulana 2017'an de ji ber kelepçe venebû ez derman nekirim. Ji ber ku ez nayên dermankirin ez nikarim piyê xwe bilivînim.' "
DOKTOR GOT 'TU TERORÎST E EZ TE DERMAN NAKIM'
Bek, da zanin ku wî bi girtî Akar Îkbal re jî hevdîtin kiriye û wiha got: "Dema min bi Îkbal, re hevdîtin kir got, 'Ez di 26'ê Gulana 2016'an de li Nisêbînê hatim girtin. Min li slona sporê îşkence dît. Ez ji sînga xwe ve birîndar bûm. Doktor got 'tu terorîst e ez te derman nakim' Li şûna min derman bike îşkence limin kirin. Ez birim nexweşxaneyê lê ez derman nekirim.'."
Bek, anî ziman ku piştî piye Akar şikest û şûnde şaş cebirandin û ji ber vê yekê êdî nikare bilê xwe bilivîne. Der barê Akar Îkbal û Mehmet Sait Engin de lepirsîn li Merdîn tê meşandin. Tevî ku salek e girtî ne hêj îdîaname nehatiye amadekirin. Heta niha tu parêzeran neçûye ew ziyaret nekirine û mafê wan neparastiye. Em wekî komîsyon û baroyê dê vê rewşê bipirsin û bi şopa mafê wan bikevin. Em dê hemû rayedar û saziyên têkildar agahdar bikin û hişyar bikin.
Îşkence binpêkirina mafên mirovan e. Çi dibe bila bibe hêj ev kes girtî ne û hêj nehatine darizandin. Hêj sûcê wan ne diyar e. Ji ber vê yekê ev pêkanîn nayên qebûl kirin û di v ê pêvajoya OHAL'ê de li dijî heq û hiqûqê ye.