Ji TGC'ê rapora 'Azadiya Çapemeniyê': 159 rojnameger li girtîgehê ne

NAVENDA NÛÇEYAN - Di rapora "Azadiya Çapemeniyê" ya ji aliyê TGC'ê ve hatiye amadekirin de hejmara rojnamegerên girtî di dawiya nîsanê de bûye 159 û 123 rojnameger jî derveyî welat "qaçax"in tê nîşandan.

Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) rapora "Azadiya Çapemenî û Îfadeyê" ya bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê weşand. Di rapora ku ji aliyê aliyê TGC'ê ve hatiye amadekirin de tespîtên balkêş cih digirin. Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê ya Şeyma Paşayîgîtê amade kiriye beşên balkêş ên raporê wiha ye:

159 ROJNAMEGER GIRTÎ NE

Di raporê de tê tespîtkirin ku di dawiya nîsanê de 159 rojnamger girtî ne û 123 rojnamger jî "qaçax" in. Di 4 mehên borî de di warê hejmara rojnamegerên girtî de Tirkiye bûye lîderê cihanê û di encama vê yekê de di rapora Freedom Housê ya 2016'an de bi 76 puanê ve li cihanê di rêza 163'yemîn û li Ewropayê jî di rêza 42'yemîn de ye.

46 LÊPORSÎN 20 DOZ

Di 4 mehên dest pêkê yên 2017'an de der barê rojnamgeran de 46 lêpirsînên nû û 20 dozên din hatine vekirin û daxwaza darizandina bêyî girtî ya der barê rojnamegeran de pemû hatine redkirin û ji bo azadiya çapemeniyê di raporên navneteweyî de rexneyên giran ve rû bi rû hatin tiştekî jêneger e. Tê xwestin ku hemû rojnamegerên girtî bên berdan û bêyî girtî bên darizandin, bên beraetkirin.

PIRSGIRÊKÊN HERÎ CIDÎ

Astengkirina azadiya çapemenî û îfadekirinê, bi pêkûtiya siyasî û sermeyayê derfetên ku rojnameger peywira xwe bi awayekî azad pêk bînin ji holê rakirin, rûpel, ekran, portalên nûçeyan ji rojnamegerên ku bi berçavkên siyasî nanêrin û rexne dikin re girtin wekî pirsgirêkên herî cidî hatine tespîtkirin. Tê gotin ku nayê hiştin ku rojnameger peywira xwe bi cih bînin ji ber vê yekê jî mafê ragihandinê ya gel jî tê binpêkirin.

SANSUR ZÊDE DIBE

Di raporê de tê gotin ku bêyî ku bêjibîrkirin di demokrasiyan de çapemenî hêza çaremîn e, divê tehamulî nivîskarên ku di rojnamegeyên muxalîf, televîzyon û çapemeniya înternetê de mafên xwe yên rexne û entelektuel bi kar tînin bê kirin. Sansur û otosansur zêdetir dibe û ji bo derfetên xwe gihandina daneyan tuneye rojê 30 qedexe, astengkirinê DNS, girtina malperan di raporê de bi awayekî zelal cih negirt.

RTUK DEMOKRATÎK NÎNE

Bi rêbazên cezayê RTUK a ku bondorê li ser polîtîkaya weşanê ya saziyan dike, rayedarên saziyên çapemeniyê kom dike û bi vî rengî "beyanameya sansurê" îlan kirin bi armanca avakirina RTUK'ê û bi azadiya çapemeniyê ya li welatên demokratîk ve nanok e. Girtina rojname, kovar, ajans, malperên înternetê, matba, weşanxane, komele û weqfan di warê mafên mirovan û hiqûqa anvneteweyî de nayê qebûlkirin.