Li dijî rojnameya Sozcu operasyon

STENBOL - Li dijî rojnameya Sozcu bi sûcdarkirina "li ser navê FETO sûc hatiye kirin" operasyon hate destpêkirin. 4 kesên ku di nav de xwediyê rojnameyê Burak Akbay jî heye biryara binçavkirinê hate derxistin.

Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî rojnameya Sozcu operasyon hate destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo xwediyê rojnameyê Burak Akbay, midûra berpirsyar a înternetê Melda Olgun, Midûra Karên Malî Yonca Kalelî û nûçegihan Gokmen Ulu biryara binçavkirinê hate derxistin. Hate hînbûn ku operasyon bi sucdarkirina "li ser navê FETO sûc hatiye kirin" hatiye destpêkirin.