SILÊMANÎ- Serokê giştî yê Tevgera Goran Noşîrvan Mistefa îro, li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.
Serokê Tevgera Goran Noşîrvan Mistega jiyana xwe ji dest da. Li gorî daxuyaniya fermî ya Tevgera Goran Serokê Giştî yê Tevgera Goran Noşîrvan Mistefa îro saet 08:00'an de li bajarê Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da. Mistefa ji ber pençeşerê dihat dermankirin.
NOŞÎRVAN MISTEFA KÎ YE?
Noşirvan Mistefa di 1944'an de li Taxa Serşeqam (Berxaneqa) ya bajarê Silêmaniyê ji dayik bibû û xwendina xwe ya seretayî, navendî û amadeyî li Silêmaniyê bi dawî kir. Di 1967'an de li Fakuleta Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Bexdayê xwendina xwe berdewam kiriye û lîsans wergirtiye.
Di destpêka salên 1960'an a sedsala borî de, dest bi çalakiyên siyasî kir û yekemîn rawestgeha jiyana wî ya siyasî di Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê de bû. Di navbera salên 1963 û 1964'an de bûye endamê Sekretariya Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê. Di 1967'an de bû endamê şaxa Silêmaniyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Baskê Polîtboruyê.
Noşîrvan Mistefa yek ji damezrênerê sereke yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bû, ku heta sala 2006'ê endamê polîtboruya YNKê bû. Piştre Mistefa ji nav refên YNK'ê veqetiya û di 2009'an de lîsta Goranê ji bo hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê çê kir, ku wê lîsteyê di hilbijartinan de serkeftinek mezin bi dest xist û 24 kursiyên parlamentoyê bi dest xist.
Di 1969'an de bû xwedî îmtiyazê Kovara Rizgarî. Di destpêka salên 1970'an de çû Nemsayê û masternameya xwe di Yasaya Navdeweltî li wî welatî bi dest xist.
Xwediyê çendîn pirtûkan di warê siyasî, dîrokî û edebiyatê de ye.
Mistefa ji 2009'an heta niha Serokê Giştî yê Goranê bû.
Hevsera Mistefa, Şule Alî jî di 17'ê adarê de jiyana xwe ji dest dabû.