Binçavkirin û girtin didomin

NAVENDA NÛÇEYAN - Di operasyonên li Manîsa û Aydinê de ji 25 kesên hatin binçavkirin 8 kes hatin giritn. Li Stenbolê jî polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçavkirin.

Li navçeya Salîhlî ya Manîsayê di operasyonên 9’ê Gulanê de 18 kes hatibûn binçavkirin û kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeya Salîhliyê hatin kirin. 18 kesên li dozgeriyê îfadeyên wan hatin girtin bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Hamît Toktaş, Hatîce Toktaş û Ahmet Agdede yên li dadgehê îfadeyên wan hatin girtin bi heman hincetê hatin girtin û 15 kesên dij jî hatin berdan.

LI AYDINÊ 5 KES HATIN GIRTIN

Li navenda Aydinê, Bedlîs û Êlihê jî li dijî xwendekarên Zanîngeha Adnan Menderes û xwendekarên mezun bûne operasyonek hat lidarxistin. Di çarçoveya operasyonê de 7 kesên hatin binçavkirin piştî karên wan ên li midûryetê bi dawî bûn sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji 7 kesên sewqî edliyeyê hatin kirin 5 kes hatin girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

NÛÇEGIHANA ETHA’YÊ HAT BINÇAVKIRIN

Midûryeta Polîsan a Têkoşîna bi Terorê ya Stenbolê jî li dijî gelek navnîşanan operayon lidarxist. Di serdegirtina malan de gelek kesên di nava wan de nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Pinar Gayîp jî heya hatin binçavkirin.

Kesên hatin binçavkirin piştî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Hasekî di kontrola tendirûstiyê re hatin derbaskirin birin Midûryeta Polîsan a li ser Kolana Vatanê ye.