NAVENDA NÛÇEYAN - Hilbijartina serokomariyê ya Îranê, meclîsên bajar û gundan li gorî dema Tehranê di saet 08:00’an de dest pê kir.
Hilbijartinên Serokomariyên yên Îranê îro di saet 08:00’an de dest pêkir. Di hilbijartina Îranê ya serokomariyê de du namzetên bi îda yên mîna Hesen Ruhanî û Îbrahîm Reîsî wê hevrikiyê bikin. Hilbijartina bingehîn di navbera aliyê Mûhafazekar û reformîstan de wê pêk bê.
NAMZEDÊ REFORMÎSTAN HESEN RUHANÎ
Hesen Ruhanî (69) namzedê Reformistên Îranê ye û li beşê Mafnasiya Zanîngeha Skotland xwediye û dîplomaya doktoraya qanûnê wergirtiye. Hesen Ruhanî çar salên derbasbûyî serokomarê Îranê bû. Ruhanî di mijara têkiliyên Îranê û bi hêzên navdewletî re siyaseteke nerm a hevsengê bingeh girt û di nermkirina siyaseta derve ya li dijî Îranê de roleke girîng a ji bo dirêjkirina rejîmê lîst.
NAMZETÊ MÛHAFAZAKARAN ÎBRAHÎM REÎSÎ
Îbrahîm Reîsî (56) mamostayê oliye û namzedê mûhafezekarên Îranê ye. Rêberê komara Îslamî ya Îranê bi awayekî raste rast nebe jî piştgiriya Reîsî dike. Îbrahîm Reîsî gelek salan di postê herî bilind yê dezgeha dadweriya Îranê de kar kir û niha berpirsê Mezargeha Îmam Rezayê ku ji mezhebê Şîa ye ku yek ji mezintirîn navendên belavkirina sermayeya seranserê Îranê ye.
NAMZETÊ DENG NADE XWE DIİDE RUHANÎ: MISEFA HAŞIMÎ TEBA
Nazmedên xwe wekî namzeteke serbixwe dide nîşandan jî Mistefa Haşimî Teba ye ku hem dibêje, “ez xwe ji namzediyê nakişînim hem jî dibêje, ez ê deng bidim Ruhanî û bila alîgirên min jî deng bidin Ruhanî.”
NAZMETÊ KOALÎSYONA ÎSLAMÎ YA ÎRANÊ; MISTEFA MÎR SELÎM
Mistefa Mîr Selîm jî nûnerê hizba hevpeymaniya Îslamî ya Îranê ye. Li gorî nirxandin û nîqaşên tên meşandin tu şansê ku bibe serokomar tune ye.
Li seranserê Îranê 55 milyon kes dikarin deng bikarbînin. Her wisa îsal jî beşeke girîng ya Îranê ku baweriyan ne bi mûhafazekaran tê ne jî bi reformîstan tê dê hilbijartinan boykot bikin.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî 6 partiyên Kurdan bi daxuyaniyek hevbeş her du namzed boykot kirin. Lê, berovajiyê van partiyên Kurd KODAR, PJAK, KJAR û KCR jî bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew hilbijartinên meclîs û gundan boykot nakin, hilbijartinên serokomariyê ku tu hêviyeke guhertinê nade daxwazên gelan boykot dikin. KODAR hem nexşerê hem jî deklerasyoneke ji bo demokratîk kirina Îranê pêşkêş kir. Lê ji ber tu nîşaneyeke guhertinê ji aliyê namzedên serokomariyê ve ne hat diyar kirin lewma biryara boykotkirinê dan û bang li gel kirin.
Hilbijartin wê heya saet 20:00’an bidome. Hat diyarkirin ku eger dem têrê neke derfet heye ku ev dem were dirêjkirin.