Polîsan ji bo xerakirina malan Sûr dorpêç kir

AMED – Li Taxên Lalebey û Alîpaşayê yên Sûrê berê av hat birîn û pştre polîsan ji bo xerakirina malan tax dorpêç kirin. Welatiyên ku jin pêşengiyê dikin rêyên tîmên şaredariyê qut kirin û destûr nedan ku kepçe têkevin taxên wan. Rageşî û alozî didome.

Li taxên Amedê Lalebey û Alîpaşa yên Sûrê ku derbarên wan de biryara hilweşînê hatibû dayîn av li ser wan hat qutkirin. Berê jî ji bo taxên ku mal bên xerakirin hatibû diyarkirin ku wê av û ceryan di 21’ê gulanê de bê qutkirin. Wezareta Derdor û Bajarvaniyê ya ku bi caran welatiyên li van taxan rûdinên bi birîna av û ceryanê tehdît kir, di serê sibehê de ji ser herdu taxan av qut kir. Taxên ku av ji ser wan hat qutkirin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li taxên ku ava ji ser wan hat qutkirin piştî bi saetekê kepçeyên hilweşînê yên DÎSKÎ’yê xwestin ku bikevin taxan. Li dijî kepçeyên ku ketin taxan niştecihên taxan yên ku bi piranî jin û zarok in gotin “Em malên xwe naterikînin” û dest bi berxwedanê kirin. Hin polîsên ku ketin taxan û bi hin welatiyan re hevdîtin kirin gotin “Wê malên we bên xirakirin” jinan jî bertek nîşanî polîsan da û gotin “Em malên xwe terk nakin.”

Li taxên ku berxwedan li wan berdewam dike wê ceryan kengî ji ser wan bê birîn ne diyar e.